Li dibistanên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pêngava zanista tenduristî

Meclisa Tenduristiyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hevkariya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, pêngava zanista tenduristî ji xwendekarên dibistanan re da destpêkirin.

Li dibistanên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pêngava zanista tenduristî
Li dibistanên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pêngava zanista tenduristî
Li dibistanên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pêngava zanista tenduristî
Li dibistanên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pêngava zanista tenduristî
Li dibistanên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pêngava zanista tenduristî
Li dibistanên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pêngava zanista tenduristî
Li dibistanên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pêngava zanista tenduristî
Li dibistanên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd pêngava zanista tenduristî
17 mijdar, 2019   12:31
HELEB - ARIF SILÊMAN

Bi armanca parastina tenduristiya xwendekaran û parêziya ji nexweşiyan, Meclisa Tenduristiyê bi hevkariya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, pêngava zanista tenduristiyê ji xwendekarên dibistanan re da destpêkirin.

Di çarçoveya pêngavê de, dê serdana dibistanên seratayî û navîn li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê ku 7 dibistan in, were kirin û dê pêngav heta bidawîbûna serdana hemû dibistanan berdewam bike.

Her wiha dê ji xwendekaran re girîngiya paqijiya laş û çawaniya parêziya ji nexweşiyên wekî gurîbûn, şewba tîfoyd û spiyan were şîrovekirin.

Der barê armanca destpêkirina pêngavê de, hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Neşet Zîbarî wiha got: "Armanca me ji vê pêngavê ew e ku xwendekar xwedî tenduristiyeke baş bin û em wan ji nexweşiyan biparêzin."

ANHA