Li dijî êrişên dewleta Tirk şêniyên Dêrazorê daketin qadan

Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê bejahiya rojhilatê bajarê Dêrazorê daket qadan.

Li dijî êrişên dewleta Tirk şêniyên Dêrazorê daketin qadan
17 mijdar, 2019   12:38
DÊRAZOR

Xwepêşandêrên ji gundên Şeafa, Baxozê û bajarê Hecînê li pêşiya Meclisa Gel kom bûn û li têketina bajarê Hecînê yê bejahiya rojhilatê Dêrazorê rawestiyan.

Xwepêşandêran pankartên "Em gelên Dêrazorê ne bi yek dengî dibêjin na ji hişmendiya Osmaniya nû re”, “Na ji hevpeyman û lihevkirinên li dijî zarokên me”, “Em ê bêzar nebin û serî li hemberî lihevkirinan netewînin" hilgirtin.

Piştî xwepêşandan gihaşt têketina bajarê Hecînê, hevserokê Buroya Malbatên Şehîdan şaxê bejahiya Dêrazorê Abdulxenî El-Lewha axivî û êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: “Em wek şêniyên Dêrazorê em ê berxwedana xwe ya li dijî êrişên li ser xaka xwe berdewam bikin.”

Meş bi sloganên "Bijî berxwedana QSD`ê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA