Dêrikiyan sersaxî ji 6 malbatên şehîdan re xwest

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê sersaxî ji malbatên 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwest.

Dêrikiyan sersaxî ji 6 malbatên şehîdan re xwest
Dêrikiyan sersaxî ji 6 malbatên şehîdan re xwest
Dêrikiyan sersaxî ji 6 malbatên şehîdan re xwest
Dêrikiyan sersaxî ji 6 malbatên şehîdan re xwest
Dêrikiyan sersaxî ji 6 malbatên şehîdan re xwest
Dêrikiyan sersaxî ji 6 malbatên şehîdan re xwest
Dêrikiyan sersaxî ji 6 malbatên şehîdan re xwest
17 mijdar, 2019   12:26
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan û sersaxî ji her 6 malbatên şehîdan re xwestin. Navên her 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê wiha ne: Ednan Bîlan (Şernaz), Selîm Mihemed (Mîtan Dêrik), Qamsim Xelef (Baran Çilaxa), Seat Abdullah (Baz Tirbespiyê), Xelîl Osê (Çekdar Dêrik) û Nûkir Mîrza.

Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, oldar û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîma sersaxiyê bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê hêzên leşkerî, Meclisa Navçeya Çilaxa û oldarên Dêrikê axaftin hatin kirin.

Axêveran bal kişand ser pêdiviya qonaxa hestiyar bi yekitiya gelan û bilindkirina asta têkoşînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê.

Merasîm bi xwendina wesîqetên her şeş şehîdan û sloganên "Bijî berxwedana QSD`ê" bi dawî bû.

 (eh)

ANHA