Fermandarekî Amerîkayê: Hevkariya bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê hê jî xurt e

Ajansa The Associated Press li ser zimanê fermandarekî payebilind ê Koalîsyona Navneteweyî ragihand ku hê jî hevkariya bi QSD’ê re ya li dijî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê xurt e.

Fermandarekî Amerîkayê: Hevkariya bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê hê jî xurt e
16 mijdar, 2019   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansê bal kişand ser ku têkiliya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) û DYA’yê de ji 2014’an ve ye. Ev têkilî piştî fermana serok Donald Trump a meha borî ya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Bakurê Sûriyê bi nakok bû. Bi wê re jî deriyê êrişkirina dewleta Tirk li ser gund û bajarokên ku QSD’ê li seranserî sînor diparêze, vekir.

Roja înê di raporan de hate bibîrxistin ku hêzên Amerîkayê bi temamî ji Kobanê vekişîn. Kobanê herêmek li ser sînor e ku hevpariya li dijî DAIŞ’ê li wir di 2014’an de geş bû. Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, hêzên Rûsyayê tê de bi cih bûn.

Fermandarê hêzên asîmanî Eric Hill ji The Associated Press re daxuyand ku DAIŞ gefeke cîhanî ye û hevpariya bi QSD’ê re hê jî pêwîsteyeke li dijî DAIŞ’ê ye.

Eric Hill bi rêya telefonê ji Bexdayê wiha lê zêde kir: "Ji lew re, pêşbîn nakim ku xebat sergihayî bûye. Hê divê li pey wan li ku derê dibin bila bibin û tune bikin."

Hill got çeteyên DAIŞ’ê hewl didin xwe ji nû ve komî ser hev bikin û piştevaniyeke nû bibînin. Bi alîgirên xwe re li ser tevna civakî têkildar in û planên êrişkirinê bi rêya şaxên xwe yên li tevahî cîhanê pêk tînin.

Eric Hill wiha axaftina xwe domand: "Sûriye û Iraq navendên sereke yên tevahî êrişên DAIŞ’ê ne. Ev cihên ku DAIŞ tê de dijîn û êrişên xwe yên terorî koordîne dikin."

Fermandarê payebilind ê Koalîsyona Amerîkayê Eric Hill wiha bi dawî kir: "Em bi QSD’ê re ji demeke dirêj ve dixebitin, perwerde û xebatên xwe bi hev re dikin. Ji lew re pêşbîn dikim ku hê hevpariya me bi hev re xurt e."

(fr)