Di roja 38`emîn de… êrişên li dijî Til Temirê didomin, sivîl hatin revandin

Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra bi balafirên kefşê êrişî bejahiya Til Temir û Eyn Îsayê kir. Ji aliyekî din ve jî çeteyan 16 sivîl ji gundê Erîşa revandin.

Di roja 38`emîn de… êrişên li dijî Til Temirê didomin, sivîl hatin revandin
16 mijdar, 2019   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana Rûmetê di roja 38`an de berdewam e û artêşa Tirk hewldana dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Li dijî bejahiya Til Temir û Serêkaniyê êrişên dijwar pêk anîn.

Duh artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrişî gundê Menax ê bejahiya Til Temirê kir. Her wiha di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser gundê Menax, leşkerekî rejîmê jiyana xwe ji dest da û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Duh bi şev artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Erîşê yê navçeya Til Temrê 16 sivîl revandin di nav wan de zarok û jin hene û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Ji aliyekî din ve jî, Meclisa Leşkerî ya Suryanî nasnameyên 5 şehîdên di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser gundên Aşûriyan ên li bejahiya Til Temirê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Her wiha li kantona Girê Spî artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Cinrê ku dikeve rojavayê bajarê Girê Spî, topbaran kir.

QSD: Artêşa dagirker û çeteyên wê êrişên nû pêk anîn da ku dagirkeriya xwe berfireh bikin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî şer û berxwedana 24 saetên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. QSD’ê îşaret pê kir ku komên çete hewl didin herêma li derdora Eyn Îsa û rêka navdewletî ya M4 ji şêniyên wê vala bikin, gundên vê herêmê dagir bikin û malbat û alîgirên xwe lê bi cih bikin.

Ebdî helwesta Misrê erênî nirxand

Mezlûm Ebdî ked û helwesta Misrê di çarçoveya xeta têkoşîna li dijî DAIŞ û parastina herêmê ji qirkirinê de erênî nirxand.

Esed dîsa bi xwe re bi nakok e

Serokê rejîma Sûriyê dubare têkildarî vegere penaberên li Tirkiyê êrişî artêşa Tirk kir û got ev hewldana xapandina mirovahiyê dike û bi vegera penaberan li herêmên dagirkiriye dê terorîstan derbasî bike. Serokê rejîma Sûriyê dîsa rola QSD`ê di bersivdaryîna terorîstan de biçûk xist û tawanbar kir, lê belê dubara bi xwe bi nakok bû û hincet ji êrişên artêşa Tirk re derxistin.

Bloomborg: Erdogan li ser tevahiya cîhanê xetere ye

Ajansa Bloomborg li ser zimanê senatorekî Amerîkayê ragihand ku ji bo ku dewleta Tirk siyaseta xwe ya heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguherîne û ji belavkirina moşekên S-400 ên sîstema parastina hewayî yên Rûsyayê paşde vegere, li pêşiya Tirkiye tenê çend hefte hene yan jî dê rastî cezayan were.

(eh)

ANHA