Şêniyên Esediyê: Bi sedema binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê em koçber bûn

Şêniyên gundê Esediyê da zanîn ku ji ber topbaran û kiryarên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûn û got "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di topbaranên xwe de tu ferq û cudatiyê naxin navbera sivîl û leşkeran, mal û milkên me didizin."

Şêniyên Esediyê: Bi sedema binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê em koçber bûn
16 mijdar, 2019   08:41
HESEKÊ

Bi sedema binpêkirinên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra û topbaranên li dijî gundên ku tê de şênî hene, şêniyên gundewarên Til Temir, Zirgan , Serêkaniyê ji malên xwe koçber bûn û berê xwe da herêmên ewle yên ku Meclisa Leşkerî ya Suryanî diparêzin.

Li gundê Esediyê yê girêdayî navçeya Zirganê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, şênî ji ber topbaran û bombebarana bênavber û tirsa pêkanîna artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên a komkujiyan, neçarî koçberiyê bûn.

Şêniyên koçber bûne, ji nûçegihanên ajansa me re axivîn.

Mehmûd El-Eyid got bi sedema pêkanînên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ji binpêkirinên bi mafên şêniyan ji gund koçber bûn û wiha dewam kir: "Çeteyên Erdogan mal û milkên şêniyan didizin. Heta genimê me jî dizîn, sivîlan dikujin û bê sedem dikin girtîgehan. Ji lewre neçarî man ji gund derkevin.”

Mehmûd El-Eyid îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tu ferq û cudatiyê naxin naber sivîl an jî leşkeran û wiha domand: "Hemû kesên dibînin, dikujin, çi leşker û çi jî sivîl dibe."

Şêniyek din jî ji gund bal kişand ser ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bê ser û ber gund topbaran dikin.

Ji ber binpêkirin û kiryarên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi taybet piştî komkujiyên li herêmê pêk hatine ku bûye sedema şehadet û birîndarbûna bi sedan sivîlan, zêdetirî 300 hezar sivîl ji herêmên Serêkaniyê, Zirgan û gundewarên wê koçber bûn.

(fr)

ANHA