Di merasîma bavê xwe de: Bavê min aşiqê azadiyê bû û ji bo wê şehîd bû

Di oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid Mihemed de, keça wî got "Bavê min aşiqê azadî û şehadetê bû, li ser rêya hevalên xwe yên şehîd meşiya û ji bo azadiyê gihaşt asta şehadetê."

Di merasîma bavê xwe de: Bavê min aşiqê azadiyê bû û ji bo wê şehîd bû
Di merasîma bavê xwe de: Bavê min aşiqê azadiyê bû û ji bo wê şehîd bû
Di merasîma bavê xwe de: Bavê min aşiqê azadiyê bû û ji bo wê şehîd bû
Di merasîma bavê xwe de: Bavê min aşiqê azadiyê bû û ji bo wê şehîd bû
14 mijdar, 2019   11:49
QAMIŞLO

Îro hezaran pêkhateyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd Xalid Mihemed, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di 11`ê Mijdarê di teqîna ku li bajarê Qamişlo pêk hat de şehîd bû, oxir kir. Şehîd li Goristana Şehîd Dilşêr a li rojavayê Tirbespiyê hat oxirkirin.

Karwanê cenaze ji bajarê Qamişlo ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Digir û bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê bi rê ket.

Li goristanê merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir. Paşê gelek axaftin hatin kirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin. Axaftvanan îşaret bi girîngiya şopandina rêya şehîdan û girêdana bi axê ve bû bilindkirina asta têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirk kir.

Paşê birayê şehîd, Xalid Şêrwan Mihemed axivî û bêdengiya navneteweyî û komkujî û binpêkirinên dagirkeriya Tirk der heqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: "Ji bo azadî û mirovahiyê em şehîdan didin, me li şûna cîhanê şerê terorê kir. Îro em careke din bi destê terora cîhanê ya Erdogan û hikumeta wî tên kuştin. Ew hemû bi bêdengiya civaka navneteweyî pêk tê, lê em ji cîhanê re tekez dikin ku em bi hêsanî namirin, em ê parastina xak û nirxên xwe bikin."

Her wiha keça şehîd Xalid di merasîmê de axivî û wiha got: "Bavê min îro bû şehîd e. Ew aşiqê azadî û şehadetê bû. Piştî ku gelek hevalên wî ji bo şoreşê şehîd bûn, wî soz da hevalên xwe û li ser rêya wan meşiya û gihaşt asta şehadetê."

Di dawiya axaftinan de di nav dirûşmên silavkirina giyanên şehîdan de şehîd Xalid li Goristana Şehîd Dilşêr oxir kirin.

(jo)

ANHA