Mistefa Îto: Berteka gel li hember dewriyeyan rewa ye

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto got hedefgirtina dewriyeyên dewleta Tirk a sivîlên Kobanê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û her wiha berteka gel a li beramber dewriyeyan nerazîbûna şêniyên herêmê nîşan dide.

Mistefa Îto: Berteka gel li hember dewriyeyan rewa ye
13 mijdar, 2019   10:12
KOBANÊ

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto ji ajansa me re axivî û da zanîn ku hedefgirtina dewriyeyên dewleta Tirk a xwepêşandarên sivîl li hember derbasbûna panzêrên wê, sûcekî mirovî ye û di encamê de 8 kes birîndar bûn, 4 ji wan bi guleyan birîndar bûn.

Îto wiha axivî: "Di dema derbasbûnê de dewriyeyê ji şêniyan çi hêvî dikir? Cenazeyên şêniyan hê li erdê Girê Spî û Serêkaniyê ne. Tiştê gel kiriye, rewa ye. Tevahî parastina mafên xwe dikin. Lê belê dewleta Tirk hovîtiyê dike."

Îto wiha lê zêde kir: "Ji bilî kevir û sebzeyan tiştek di destê gelê me de tune bû. Lê leşkerên dewleta Tirk bersiv bi çekan da. Ev jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk li hember gelê herêmê rawestîne û got: "Êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî û dewriyeyên dewleta Tirk bi hedefa qirkirina hebûna gel û guhartina demografiya herêmê ye. Ji lew re mafê gel e ku parastina xwe ya rewa bikin. Berteka gel li hember dewriyeyên dewleta Tirk ên li dijî ewlehî û aramiya van pêkhateyan derdikevin, rewa ye. Lê belê dewleta Tirk hewl dide ewlehî û aramiyê derbe bike."

(fr)

ANHA