Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan: Artêşa Tirk rasterast pêkhateya Suryan dike armanc

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Ebcer Yaqûb diyar kir ku êrişên artêşa Tirk ên li derdora bajarê Til Temirê bûn sedema koçberbûna bi sedan ji pêkhateya Suryan û da zanîn ku artêşa Tirk rasterast Suryanan dike armanc.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan: Artêşa Tirk rasterast pêkhateya Suryan dike armanc
13 mijdar, 2019   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Ebcer Yaqûb piştrast kir ku hêzên wan ên Meclisa Leşkerî ya Suryan niha li çemê Xabûr parastina gelê herêmê dikin û bersiva êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Til Temirê didin. Berdevk got di şerê dawîn de leşkerekî wan şehîd bû û 3 jî hatine dîlgirtin.

Yaqûb têkildarî hebûna leşkerên rejîma Sûriyê li herêmê ji kanala Ronahî TV re got hêzên rejîmê li herêmê hene, lê belê çekên giran gel wan tune ne, gelek caran ji nuqteyên xwe direvin.

Ebcer Yaqûb bang li civaka navdewletî kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk ên ku qirkirina gelên herêmê, di serî de gelê Suryan dike armanc, rawestin.

Ji 9 Cotmehê ve artêşa Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên giran pêk tîne. Di rojên dawîn de li dijî gundên derdora çemê Xabûrê ku piraniya niştecihên wir Asûr û Suryan in, êrişan pêk tîne û Meclisa Leşkerî ya Suryan bersivê dide.

(eh)