Şêniyên Serêkaniyê: Armanca dewleta Tirk qirkirina me ye

Meclisa herêma Serêkaniyê li Kampa Waşokanî diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî mirovahiyê ne, hewldana guhartina demografiyê û qirkirina gelan dikin, ji ber vê yekê ew bang li rêxistinên navdewletî û dewletên cîhanê dikin ku demsala zivistanê tê û bila di zûtirîn demê de wan li malên wan vegerînin.

Şêniyên Serêkaniyê: Armanca dewleta Tirk qirkirina me ye
Şêniyên Serêkaniyê: Armanca dewleta Tirk qirkirina me ye
Şêniyên Serêkaniyê: Armanca dewleta Tirk qirkirina me ye
Şêniyên Serêkaniyê: Armanca dewleta Tirk qirkirina me ye
13 mijdar, 2019   10:21
HESEKÊ

Koçberên ji herêma Serêkaniyê yên li Kampa Waşokanî ku 12 km dikeve rojavayê navenda kantona Hesekê, daxuyaniyek ji raya giştî re da û bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî kir ku di zûtirîn demê de wan li malên wan vegerînin û artêşa Tirk ji herêmê derxin.

Daxuyanî bi beşdariya bi dehan koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên wê hate xwendin.

Di daxuyaniya Meclisa Herêma Serêkaniyê de wiha hate gotin: "Me dixwest li Serêkaniyê vegerin, lê belê çete û artêşa Tirk li wir in û em naxwazin vegerin. Ji ber vê yekê me Kampa Waşokanî li bajarokê Tiwêna ava kir. Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê me ji Serêkaniyê bar kir û li herêmên ewle bi cih bûn. Serêkaniyê herêmeke ewle bû; Kurd, Ereb û Suryan li ser esasê biratiya gelan dijiyan. Ji ber vê yekê artêşa Tirk şerê mirovahiyê dike û hewldana qirkirina gelan û guhartina dîmografiyê dike. Artêşa Tirk bi çekên giran û madeya fosfora spî êrişî sivîlan kir.”

Daxuyaniyê di dawiyê de spasiya rêxistinên herêmî kir ku alîkariya koçberan kir û bang li dewletên cîhanî û rêxistinên mirovî kir û wiha dawî lê anî: "Demsala zivistanê tê, dê rewşa kampê dijwar bibe. Ji ber vê yekê em banga vegera li Serêkaniyê dikin."

Rêveberiya kampê diyar kir ku li Kampa Waşokanî 700 kes û 161 malbat hene.

(eh)

ANHA