Pêkhateyên Qamişlo birînên xwe dipêçin û dibêjin: Em ê li vir bin

Dikandarên li bajarê Qamişlo ku ji ber teqînên dawîn zirareke mezin gihîşt dianê wan, dest bi sererastkirina dikanên xwe kir û diyar kir ku armanca van êrişan belavkirina tirsê di nav şêniyan de ye, lê belê ew ê li vir bin.

Pêkhateyên Qamişlo birînên xwe dipêçin û dibêjin: Em ê li vir bin
Pêkhateyên Qamişlo birînên xwe dipêçin û dibêjin: Em ê li vir bin
Pêkhateyên Qamişlo birînên xwe dipêçin û dibêjin: Em ê li vir bin
Pêkhateyên Qamişlo birînên xwe dipêçin û dibêjin: Em ê li vir bin
Pêkhateyên Qamişlo birînên xwe dipêçin û dibêjin: Em ê li vir bin
Pêkhateyên Qamişlo birînên xwe dipêçin û dibêjin: Em ê li vir bin
Pêkhateyên Qamişlo birînên xwe dipêçin û dibêjin: Em ê li vir bin
Pêkhateyên Qamişlo birînên xwe dipêçin û dibêjin: Em ê li vir bin
Pêkhateyên Qamişlo birînên xwe dipêçin û dibêjin: Em ê li vir bin
13 mijdar, 2019   09:01
QAMIŞLO – SILAVA EBDILREHMAN

 Di 11`ê Mijdarê de li bajarê Qamişlo li navenda sûka bajêr li kolana El-Wehdê 2 êriş bi rêya 2 erebeyên bombebarkirî pêk hatin. Di encama wê de sivîl şehîd bûn û nêzî 40 kes birîndar bûn, her wiha zirarên madî di mal û milkên sivîlan de derketin.

Di êrişê de zêdetirî 16 dikan xirab bûn, her wiha zirarên madî di hotêla El-Sûfera û qehwexaneya Şimû û kafeyekê de derketin. 4 erebe û motorsîklêtek şewitîn.

Xwediyên dikanan û Şaredariya Gel dest bi paqijkirina herêmê ji bermahiyên teqînan kir. Şêniyan got armanc ji van êrişan xirabkirina ewlehî û îstiqrara bajêr e, di demekê de ku dewleta Tirk dest bi êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

‘Em zarokên şer in’

Ciwanê bi navê Siyamend Elî xebatkarekî hotêla El-Sûfraa ye û wiha got: "Armanca van êrişan belavkirina tirsê di nav şêniyan de ye û hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin."

Elî wiha domand: "Gel natirse û dev ji xaka xwe bernade. Çi qas hewl bidin nagihîjin armancên xwe. Em zarokên 9 salan ên şer in, me soz daye şehîdên xwe ku em ê li ser rêya wan bimeşin. Em dev ji destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêk hatin, bernadin."

Elî ji gelê herêmê re wiha got: "Em gelê berxwedêr û têkoşer û xwediyên îradeya bihêz in, kes nikare îradeya em bişikîne. Divê hêzên Kurd li herêmê hev bigirin û li pêşiya hemû komployan li dijî gelê azadîxwaz bisekinin."

‘Em ji welatê xwe dernakevin’

Dawûd Şemûn ku pirtûkxaneya xwe sererast dike (Pirtûkxaneya Azadî ku 50 sal e tê de dixebite) ji ber êrişan zirarên mezin tê de derketin, wiha got: "Ev pirtûkxane ne navendeke leşkerî ye, armancên wê ji bo pêkanîna pêdiviyên xwendekaran in û tu navendên leşkerî li van deran tune ne."

Şemûn diyar kir ku sûcdarên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nagihîjin armancên xwe, ji ber ew ê di welatê xwe de bimînin û wiha got: "Em li vir dijîn, hemû pêkhate bi hev re dijîn ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen. Em ê bi hev re li dijî hemû xetereyan bisekinin."

Daniş Remedan şahidekî teqînê ku bi xwe karkerekî qehwexaneyê ye, wiha got: "Me dest bi karê xwe kir. Ez derbasî qehwexaneyê bûm da ku ez û hevalê xwe dest bi kar bikin. Ji nişka ve dengekî mezin hat û cam bi ser me de bariyan. Ji ber doûana agir me tiştek nedît, em derbasî depoyê bûn, paşê me dengekî din bihîst. Wê demê deng biêhtir bû, me nezanî em çi bikin. Tenê dûman û agir li her derê bû, dengê ambulansan dihat û birîndaran pir bûn. Tu dibêjî qey roja dawî ya dinyayê bû."

(jo)

ANHA