Mijarên rojnameyên erebî- 13 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li bakur û rojhilatê Sûriyê, aloziya Libnanê, protestoyên Iraq`ê û arîşeya di navbera Filistîn û Israîlê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî- 13 Mijdarê
13 mijdar, 2019   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Okaz: Sûriya: Civîneke navdewletî.. û Tirkiyê û Rûsiya ketin ber kevirên Kurdan

Rojnameyên Erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û bi taybet ên li bakur û rohilatê Sûriyê nivîsîn, rojnameya Okaz nivîsî ``Dewriyeya hevbeş a Tirkiyê û Rûsiyê li bajarê Eyin Al-arab (Kobanê) yê li ser sînor gule berdan xwepêşandêran, di encamê de 4 kes birîndar bûn. Welatiyên sivîl pêşiya dewriyeya Tirkiyê û Rûsiyayê girtin, ji wan xwesin derkevin, kevir avtêin wan û ew weke dagirker binav kirin.”

Rojnameyê her wiha nivîsî ``Amerîka dê roja pêncşemê li Waşington`ê ji bo wezîrên karên derve yên dewletên hevpeyman navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê civînekê lidar xîne. Dê civîn stratejiya dewletên hevpeymanê li dijî DAIŞ`ê, mekanîzmeyên karên hevbeş li dijî rêxistinê, piştî kuştina lîderê wê Ebû Bekir Al-Bexdadî binirxînin, her wiha geşedanên dawiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê, aramiya herêmê û berdewamkirina êrişa leşkerî ya Tirkiyê jî binirxînin.”

El-Imarat El-Yaum: Protestoyên Iraq`ê dewam dikin

Der barê geşedanên Iraq`ê rojnameyê nivîsî “Duh li bajarên başûrê Iraq`ê şagirtan û mamosteyan çalakiyên protestoyî dewam kirin, di vê navberê de Neteweyên Yekbûyî hewl dide ku fişarê li hikûmetê bike da ku di nava 3 mehan de reformên mezin pêk bîne û rê li pêşiya protestyon ku hilweşîna rejîmê dixwazin bigirie.”

NY`ê dixwaze bibe navbênkarê çareseriya aloziya Iraq`ê, lewma nexşerêyek amade kir û roja duşemê bi lîderên Şî`iyan re civîn lidar xist, piştî ku partiyên siyasî bi navbênkariya Îranê biryar dan ku rejîmê biparêzin.

Lê kolan aram nebû, piraniya dibistan û zanîngehên başûrê Iraq`ê hatin girtin, piştî ku sandîkaya mamostayan gireva giştî ragihandin, ku dixwazin dîse têvedanekê bidin protestoyên li dijî hikûmetê ku çend hefte ne dewam dikin.”

Tevî ku desthilatdariyê banga vegera jiyana asayî jî kir, lê xwepêşandêr her doza hikûmeteke nû û guherîna çîna siyasî ya Iraq`ê dikin.”

El-Ereb: beriya bêçekirina Hizbulla çareserî li Libnanê pêk nayê

Rojnameyê nivîsî: “Li Libnanê her kes ketiye wê baweriyê ku heta mijara avêtin çekên Hizbulah`ê neyê çareserkirin aloziya heyî çareser nabe, ji ber ku çekên Hizbullah Libnan veguherandiye qada şerê aborî di navbera Îran û Amerîkayê.

Çavdêr dibêjin ku pirsgirêk îro ne şêweyê hikûmeta ku bête avakirin e, ka ev hikûmete dê tiknoqrat be yan jî tikno-polîtîk be, lê pirsgirêk çarenûsa çekên Hizbullah e, ku çîna siyasî jî vê rastiyê baş dizane, ev çîna siyasî niha li hember aloziyeke du alî ye, eger ku bersiva fişarên kolana bihêrs û fişarên mezintir ên derve jî nede, dê nikaribe vê aloziyê derbas bike.

Pisporê siyasî yên Libnanî Xalid Mumtaz dibêje ya pêwîst ne şêweyê hikûmetê ye, ne jî ka dê bi serokatiya kê be, lê pirsgirêk ewke ka bayê vê hikûmetê dê li aliyê Amerîkayê yan Îranê be.

Her wiha diyar kir ku Waşingtonê daye ber çavên xwe ku hemû dewletên girêdayî Îranê ceza bike.

Pisporê siyasetê got ku DYA`ê bi serokê hikûmetê yê istifakirî Saad Al-Harîrî re axiviye û jêre gotiye ku eger hikûmeteke nû ya di bin desthilatdariya Hizbullah de bête avakirin, ewên cezaya li ser Libnanê bibirin.

Her wiha diyar kir ku tenê du bijarte li pêşiya Libnanê hene ``Yan dijberiya Amerîkayê yan jî bêçekirina Hizbullah.”

Li gorê vê rewşê çavdêr dibjêjin ku dibe Saad Al-Herîrî erkdariya serokatiya hikûmeta nû nepejirîne.

Şeriq El-Ewset: piştî êrişa Israîlê li dijî ``Alcîhad`` li Gaza`yê şer

Der barê mijarê rojnmeyê nivîsî ``Duh Israîlê bi êrîşeke asmanî, li Gaza`yê lîderkî paybilind yê ``Tevgera Cîhada Islamî`` ya Filistînê kuşt, piştî wê çalakvanan mûşek avêtin bajarên Israîlê, ku rewş veguherî arîşeyek herî dijwar ji sala 2014`an û vir ve.

Di heman demê de çapemeniya Sûriyê ragihand ku Israîlê bi mûşekan êrişî mala berpirsekî din ên ``Alcîhad``ê kir li Şamê, ew jî Akrem Al-Acûrî ye, tê gotin ku Al-Acûrî têkiliyên tevgerê bi Îranê re birêve dibe û têkiliyên wî yên baş bi ``Feyleq Al-Qudus`` ê Îranê re hene. Di êrişa ku li dijî mala wî pêk hat kurê Al-Acûrî û kesekî din hatin kuştin.

“``Saraya Al-Qudus”ku basksê leşkerî yê Tevgera Al-Cîhad e, duh di nava 10 saatan de bi 200 mûşekan bersiva herdu êrişan da, li bajarên Israîlê jî Alarm`ê lê da.”

(kn)