Ermen di navbera rabirdûyek xwîndar û metirsiyên niha de

Pêkhateya Ermen di metersiyê de ne ku artêşa Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên yekser û amûrên xwe yên sûrî, komkujiya Sêfo dûbare bikin, ku di salên 1915-1918`an de li ser destê hêzên osmanî pêk hatiye û di encamê de 1.5 milyon ermenî bûn qurbanî.

Ermen di navbera rabirdûyek xwîndar û metirsiyên niha de
13 mijdar, 2019   06:46
KOBANÊ-SEYDO ÎBO-ZANA SEYDÎ

Piştî biryara serokê DYA‘yê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe dikin, di 9‘ê Cotmehê de êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin. Hêzên dagirker der heqê pêkhateyên herêmê de gelek komkujî pêk anîn. Di encamê de 700 sivîl di navbera birîndar û şehîd de bûn qurban. Li gorî serjimariya Rêveberiya Xweser 300 hezar kes ji ber topbarana bêserûber û qetlîaman koçber bûn.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî vê erdîngariya Sûriyê ya ku hemû pêkhate lê dijîn "Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Kildan, Tirkmen, Ermen û Çerkes" êrişên hovane pêk anîn. Pêkhateyên vê herêmê li pêşberî jenesidekê rû bi rû mane. Li gorî raporên rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî û daxuyaniyên rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkhateyên li ser vê axê dijîn li pêşbeî xeteriya qirkirinê û guhertina demografîk rû bi rû mane. Nemaze ku fikarên belavbûna DAIŞ‘ê zêde bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî û Serêkaniyê ku dagirkirine cihên olî yên misluman û xiristiyanan di nav de dêra Meryem El-Ezra û dêra Ermen li Girê Spî wêran kirin.

Li bajarê Kobanê yê ku dagirkeriya dewleta Tirkiyê gefan lê dixwe jî, Ermen û Incîl di metirsiyê de ne ku qirkirina Sêfoyê dîsa dûbare bibe.

Şêniyê ji pêkhateyê Ermen Xacîk Hedad diyar dike ku bapîrê wê ji bajêrên eremen ê Tirkiyê bû, ji ber qirkirina Sêfo derbasî Sûriyê bû. Xacîk ê li gel malbata xwe li Kobanê dimîne dibêje çaranûsa pêkhateyên herêmê yek e. Encamên her êrişek nû ji hêla Tirkiyê ve li dijî herêmê wê bandorên wê li tevahiya pêkhateyên herêmê hebe.

Hedad wiha domand: "Em serbilind in ji ber ku ji salan ve em bi kurdan re di nav aştiyê de ne. Çawa mirov dikare herêma ku ji 50 salî ve lê dimîne û kar dike ji xerîban re berde?"

Hedad di nav gotinên xwe de balkişand ku dewletên ewropî li gorî berjewendiyên xwe doza ermenî dikin rojevê. Bi vê yekê wan kirine mîna goga futbolê ha davêjin vir ha davêjin wir.

Rexmî ku dewletên ewropî di nav de Fransa û herî dawîn DYA`yê di hefteya borî qirkirina ermenan a ji aliyê dewleta Osmanî ve li rojhialtê Tirkiêy hate li kirin, nas kir lê dewleta Tirk agirbesta ku di 17`ê Cotmehê de bi DYA‘yê re û ya 22‘ê heman mehê bi Rûsyayê re pêk anîbûn, binpê dike û êrişên xwe didomîne.  Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ji hêla xwe ve bendên lihevkirina pêk anîn û hêzên xwe ji sînorên bi Tirkiyê bi kurahiya 20 mîlan vekişand.

Bijîşkê ermenî Ibraham Qere Golyan diyar kir ku Tirkiyê bi van êrişên xwe armanc dike ku  pêkhateyên Ermen û Kurd ji sînorên Tirkiyê bi kurahiya 30 km ber bi hundirê Sûriyê ve dûr bixe, di heman demê de guhertina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne bi şêwazekê ku nahêlibe Kurd û Ermen piştî îtîrafek navndewletî di pêşerojê de bi doza Kurd û komkujiyên Ermen mafên xwe bi dest bixin.  

Li gorî serjimariya hikumeta Sûriyê ya beriya aloziya Sûriyê derdora 80 hezar ermenî di serdemên derbasbûyî de li hejmarek bajarên Sûriyê yên ser sînorên wê bi Tirkiyê re û bajarên Şam û Helebê belavbûn. Ji aliyekî din ve Sûriyê bi taybet herêmên bakur û rojhilat wek warê çanda ermenî tê hesibandin. Ermen wek beşek ji muzeyîka pêkhateyên Sûriyê ya pirrengî hatin hesibandin.

Li gorî Qere Golyan yê ji salên heştî ve li Kobanê dimîne, herêma ewle, bakur û rojhilatê ye ku tevahiya pêkhateyên wê herêmê bi çand û zimanên xwe yên pirrengî bi hev re dimînin. Lê Tirkiyê hewl didin bi hincetên nerast planên xwe yên dagirkerî pêk bîne.

Di Duşema borî de çeteyên DAIŞ‘ê keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî Hena Bidoyan dema ji bajarê Hesekê diçûn bajarê Dêrazorê ji bo ku xebatên restorekirina dêrekê qetil kirin.

(şx)

ANHA