Şêniyên Efrînê: Em ê asta berxwedanê bilind bikin heta xaka xwe rizgar bikin

Şêniyên Efrînê piştgiriya xwe bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anî ziman û got ew ê têkoşînê bidomînin heta xaka Sûriyê ji dagirkerî û çeteyên wê were rizgarkirin.

Şêniyên Efrînê: Em ê asta berxwedanê bilind bikin heta xaka xwe rizgar bikin
13 mijdar, 2019   06:53
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Bertekên gel ên redkirina êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî xaka Sûriyê berdewam in. Di vê çarçoveyê de şêniyên kantona Efrînê yên  ji ber dagirkeriya dewlat Tirk û çeteyên wê sala 2018`an neçarî koçberiyê bûn, helwestên nerazîbûnê nîşan dan.

Welatiyê bi navê  Îbrahîm Henan got artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têkbirina jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan de li kantona Efrînê kir armanc û diyar kir ku di encama êrişên hovane û dagirkerî yên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê de, bi sedan şêniyên sivîl şehîd bûn.

Îbrahîm Henan destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk hewl dide sînaryoya li Efrînê pêk tîne, li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bike.

Henan di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku ew ê asta berxwedanê bilind bikin û piştgiriyê bidin şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: “Em di berxwedana xwe de berdewam in û nasekinin heta armancên me pêk werin û dagirkeriya Tirk ji ser xaka Sûriyê derdixin.”

Welatî Henan Dilyar jî got ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî êrişên li ser Efrînê û dagirkirin wê, darên zeytûnê jî şewitandin ku temenê wan digihîje 100 salan.

Dilyar da zanîn ku dagirkeriya Tirk ne tenê mal û milkên xelkê talan kirin, lê belê li pêş çavên cîhanê vê dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Dilyar komkujî û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin û got: “Tirkiye gelê Sûriyê dide ber qetilkirinê.”

Mihemed Naasan jî da xuyakirin ku hêzên cîhanê hemû bi dewleta Tirk re li hemberî pêkanîna sûc û komkujiyan der heqê gelê Sûriyê de dibin hevkar û got: ‘‘Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra sûcên şer û sêcên dijî mirovahiyê pêk tînin û êrişî cenazeyên şehîdan dikin.”

Naasan di dawiya axaftina xwe de bang ji rêxistinên navdewletî yên mafên mirovahiyê kir ku sînorekî ji dagirkeriya dewleta Tirk re deynin û komkujiyên der heqê gelê Sûriyê de rawestînin.

(rr)