Êş û azarên koçberiyê li ser astengdarên Serêkaniyê

Bêdengiya rêxistinên mirovahiyê, li hemberî pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst ji şêniyên Serêkaniyê re, ku neçarî koçberiyê bûne, êş û azarên koçberan zêdetir dike. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêdetirî 300 hezar sivîl kal pîr û astengdar jî dinav de, neçarî koçberiyê man.

Êş û azarên koçberiyê li ser astengdarên Serêkaniyê
13 mijdar, 2019   06:45
HESEKÊ – NESRÎN ELÎ

Êş û azarên koçberan tenê di wê yekê de nagere ku neçar dibin ji mal û milkên xwe derkevin û di nava kamp û dibistanan de dijîn, taybet ku pêdiviyên pêwîst neyên peyda kirin. Lê dema kal, pîr û astengar jî hebin ew êş û azarên koçberan dibin ducarî û zêdetir dibin. Yek ji wan malbatan a apê Bozan e, neçarî van êş û azaran hatiye.

Malbata apê Bozan Mihemed Osman a ji bajarê Kobanê, di dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser bajarê Kobanê neçar man û koçberî bajarê Serêkaniyê bûn û li wir diman. Lê ji tirajediya koçberiyê xilas nebûn û ji ber êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din neçarî koçberiyê bûn.

Di yek ji dibistanên bajarê Hesekê de, ku ji bo koçberan hatine amedekirin û di nava şert û mercên dijwar de, apê Bozan, hevjîn û çend neviyên xwe jiyaneke zehmet derbas dikin.

Bi ser wê de, hevjîna apê Bozan Mîrê ya astengdar ku herdu lingên wê felcin û nikare bimeşe, jiyana apê kal zehmet û dijwartir dike.

Dayika Mîrê dibêje ku wê û hevjînê xwe apê Bozan, piştî ji ber êrişên DAIŞ`ê ji Kobanê derketin, hewil dane li Serêkaniyê jiyaneke aram peyda bikin. Lê îro careke din li ser destên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûn.

Hevjîna kurê apê Bozan, Dêrisîn Elî Şemo ku xizmet û çavdêriya kal û pîran dike, destnîşan kir ku ji ber kêmbûna pêdiviyên pêwîst û sê zarokên wê, zehmetiyan di xizmeta herdu hevjînan (kal û pîrê) de dikşîne û got:``Şert û mercên zehmet ên jiyana di dibistanê de, li ser pişta min barekî girane.``

Malbata apê Bozan daxwaz ji civaka navdewletî dike ku van êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rawestîn in û vegera bi ewle ya şêniyan ser mal û miklên xwe, misoger bikin.``

(rr)

ANHA