Cenazeyê şehîd Hesen El-Ehmed li Tebqayê hate veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan kesî cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen El-Ehmed li goristana şehîdên Tebqayê hate veşartin. Di merasîmê de nasnameya şehîdê Berxwedana Rûmetê Mihemed Nûr El-Hemîd hate eşkerekirin.

Cenazeyê şehîd Hesen El-Ehmed li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Hesen El-Ehmed li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Hesen El-Ehmed li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Hesen El-Ehmed li Tebqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Hesen El-Ehmed li Tebqayê hate veşartin
12 mijdar, 2019   14:29
TEBQA

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên herêma Tebqayê û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serokatia Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş  cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen El-Ehmed li goristana şehîdên Tebqayê hate veşartin.

Şêniyan piştî ku cenaze ji nexweşxaneya Wetanî wergirtin bi kerwanekî ji dehan erebeyan ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeya rêzgirtin û turana leşkerî destpê kir.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, bi keda şehîdan dê xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusrayê werin rizgarkirin.

Endama Rêveber a Komîteya Parastinê ya Tebqyê Semer Dawûd anî ziman li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêwîst bi hevgirtin û berxwedaneke mezin heye. QSD‘ê bi hezaran şehîd dan, ji bo tinekirina terorê dê hîna jî şehîdan bide.

Piştî axaftinana Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdê Hesen El-Ehmed Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr ê ku di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bû, eşkere kir.

Rêvebera Meclisa Malbatên şehîdan nasnameya şehîd xwend Hesen El-Ehmed jî xwend û radestî malbatê kir.

Şêniyan nimêj li ser cenazeyê şehîd Hesen El-Ehmed kirin piştre di nava dirûşmeyên "Şehîd Namirin" spartin axê.

ANHA