‘Em lihevkirinên ku hebûn, nasname û rûmeta me dikin hedef, qebûl nakin‘

Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşekê hêrsa xwe ji ber hevdîtina Erdogan û Trump ku sibe dê pêk were nîşan dan. Her wiha tekez kirin ku ew ê li hember lihevkirinên ku hebûn, nasname û rûmeta wan dike hedef, bisekinin.

12 mijdar, 2019   14:40
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirian serdana Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan a ji bo Washingtonê ku dê sibe pêk were, meşek lidar xist. Şêniyên bang li NY`yê û dewletên ku bi navê mafên mirovan bang dikin  kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku rojane sûcan li dijî gelên herêmê pêk tîne, bisekinin.

Bi sedan şêniyên Qamişlo, nûnerên rêxistinên siyasî, civakî, çandî û olî tev li meşê bûn. Meş ji çerxerêya Şehîdn Enternasyonal a bajarê Qamişlo destpê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan û ala QSD`ê hatin hildan.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Xwîna şehîdên me û qêrînên zarokênê me dê bê hesab nemîne" û "Em xwediyê axê ne Erdogan dagirker divê were darizandin" hatin vekirin.

Meşvanan tekez kirin ku ew bi xaka ve girêdayî ne û tu carî dev ji xaka Rojava bernadin.

Meş li navenda bajêr veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Meclisa Navçeya Qamişlo Abdullkerîm Abdullrehîm axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirkr û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha anî ziman:"Em tu lihevkirinên dervî îradeya me qebûl nakin. Bi taybet hevdîtina ku dê di navbera Erdogan û Trump de sibe li Washingtonê pêk were."

Abdullkerîm Abdullrehîm bang li dewletên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku li hember kiriyar û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û destnîşan kir ku di encama wê de bi hezaran şêniyên herêmê yên resen neçarî koçberiyê bûn.

Paşê ji rêveberên Kongreya Star a bajarê Qamişlo Xaliya Necar axivî û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe da û berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê û rûmetê didome û tu kes nikare îradeya wan a azad bişkîne.

Xaliya teqînên ku duh 11`ê Mijdarê li bajarê Qamişlo pêk hat şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Kesên ku êrîş pêk anîn dixwazin tevlîheviyê di navera pêkhateyên herêmê de derxînin. Pêkhateyên ku bi xaka xwe ve girîdayî ne û ev êrîş tu carî îradeya me naşkînin."

(bx)

ANHA