Artêşa dagirker Til Rifatê bombebaran kir

Balafirên keşfê  yên artêşa Tirk a dagirker avçeya Til Rifat a Şehbayê bombebaran kir.

Artêşa dagirker Til Rifatê bombebaran kir
12 mijdar, 2019   14:06
ŞEHBA

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker taxa Sînaa ya navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê bombebaran kir.

Hate ragihandin ku 3 bombeyên tîpa ‘‘Bomba Tor‘‘  yên di asta navdewletî de qedexekirî ne li taxê ketin.

Derbarê ziyanan de agahî bidest neketin.

Ji beriya saetekê ve balafirên keşfê li ser navçeyê digerin.

ANHA