Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştrast kir ku dewleta Tirk terorîstan xwedî dike û pere dide wan. Şêniyên bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî gelên Sûriyê derkevin.

Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan
Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan
Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan
Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan
Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan
Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan
Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan
Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan
Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan
Gelên Efrîn û Şehbayê daketin qadan
12 mijdar, 2019   14:11
EFRÎN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê de, îro bi hezaran şênî û astengdar li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daketin qadan.

Şênî li pêşiya Dibistana Muşat a navçeya Babins a kantona Şehbayê kom bûn. Xwepêşandêran wêneyên birîndarên şer, şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şaxên zeytûnan û pankartên bi nivîsên "Efrîn birîndar e, ji binpêkirinên Tirkiyê êdî bes e, Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye, parastinê wê bike" hilgirtin.

Meş ber bi kolanên sereke yên navçeyê ve çû û sloganên"Bijî Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê" berz kirin. Meş li qada yarîgeha navçeya Babanis rawestiya û li wir rêz girtin. Li ser navê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Abdo û li ser navê Kongreya Star Fikret Abdalo axivîn.

Axêveran bal kişand ser berxwedana QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya parastina rewa de li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê dide meşandin. Axêveran banga derxistina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê kir û bang li civaka navneteweyî kir ku der barê pêkanîna sûcên terorîstî li dijî mirovahiyê hesab ji Erdogan bixwazin. Her wiha gotin divê rejîma Sûriyê divê parastina serweriya xaka Sûriyê bike û piştgirtiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û wiha pê de çûn, der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, artêşa Tirk komkujiyan pêk tîne û rejîma Sûriyê bê deng e.

Meş bi xwendina daxuyaniyê bi dawî bû. Daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî hate xwendin. Daxuyanî bal kişand ser binpêkirinên ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta der heqê gelên Rojava têne kirin û eşkere kir ku dewleta Tirk gav û projeyên demokratîk dike armanc.

Di daxuyaniyê de  wiha hate gotin: “Em wek gelên herêma Efrînê û koçberên herêma Şehbayê êrişên artêşa Tirk li dijî gelên Rojava û bikaranîna çekên qedexekirî li dijî zarok û şêniyên bi aramî dijîn, şermezar dikin. Ji destpêka aloziya Sûriyê  û heta niha dewleta Tirk terorîstan perwerde dike û piştgirtiya wan dike.”

Daxuyaniyê bêdengiya civaka navdewletî beramberî sûcên hovane yên dewleta Tirk li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim gelên Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin. Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên civaka navdewletî, Meclisa Ewlehiyê û YE’yê kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk rawestin û piştgiriya gelên Sûriyê bikin.

(eh)