Mizgeftên ku çeteyên Tirkiyê wêran kirine, têne sererastkirin

Buroya Kombûna Olan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hewl dide hejmarek mizgeftên ku di êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li ser taxê hatine rûxandin, sererast bike.

Mizgeftên ku çeteyên Tirkiyê wêran kirine, têne sererastkirin
Mizgeftên ku çeteyên Tirkiyê wêran kirine, têne sererastkirin
Mizgeftên ku çeteyên Tirkiyê wêran kirine, têne sererastkirin
Mizgeftên ku çeteyên Tirkiyê wêran kirine, têne sererastkirin
Mizgeftên ku çeteyên Tirkiyê wêran kirine, têne sererastkirin
Mizgeftên ku çeteyên Tirkiyê wêran kirine, têne sererastkirin
Mizgeftên ku çeteyên Tirkiyê wêran kirine, têne sererastkirin
Mizgeftên ku çeteyên Tirkiyê wêran kirine, têne sererastkirin
7 mijdar, 2019   14:50
HELEB

Bi nêzîkbûna rojbûna pêxember Mihemed re û bi armanc parastina cihên olî, Buroya Kombûna Olan bi desteka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dest bi restorekirina mizgeftên ku di encama topbarana çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li ser taxê wêran bûne kir.

Lêçûna sererastkirina Mizgefta Mezin û Umer Bin El-Xetab gihatş derdora 5 milyon lîreyên Sûiyê ye.

Endamê rêveber ê Kombûna Olan a Helebê Şêx Elî El-Hesen got: "Bi xebateke hevpar, me karî cihên xwe yên pîroz ji nû ve sererast bikin."

Şêx Elî El-Hesen wiha domand: "Em niha xebatên paqijiyê yên dawîn dikin, ji bo ku mizgeft amade bibin û şênî tê de nimêja xwe bikin."

(şx)

ANHA