Rêveberiya Xweser 9`ê Mijdarê batlaneyek fermî ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Rojbûna Pêxemeber Mihemed roja Şemî 9`ê Mijdarê wek batlaneyek fermî ji tevahiya sazî û komîteyên girêdayî wê ragihand.

Rêveberiya Xweser 9`ê Mijdarê batlaneyek fermî ragihand
7 mijdar, 2019   15:02
EYN ÎSA

Bi boneya Rojbûna Pêxember Mihemed Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameya hejmara 24 da, tê de roja Şemî 9`ê Mijdarê wek batlaneyek fermî ji tevahiya sazî û komîteyên girêdayî wê re ragihand.

Li gorî biryarnameyê: "Bi boneya Rojbûna Pêxemeber Mihemed, ji bilî saziyên ku pêwîstî bi karê rojane heye tevahiya saziyên fermî yên giştî roja Şemî 9`ê Mijdarê batlane dikin."

(şx)

ANHA