Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn

Koçberên Serêkaniyê Guterres ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn da ku piştgiriya me bikî, lê heta niha me tu bersiv nedît. Em niha hemû pêkhateyên me li çolan in.

Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn
Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn
Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn
Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn
Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn
Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn
Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn
Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn
Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn
Koçberên Serêkaniyê ji Guterres re: Em li benda bersiveke lezgîn bûn
7 mijdar, 2019   14:12
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo û koçberên bajarê Serêkaniyê ji pêşiya çerxereya şehîd Rûbar li taxa Xerbî ya bajêr ber bi avahiya Komseriya Koçberan a NY`ê ve meşiyan û nameyek bi navê koçberan radestî komseriya kirin da radestî sekretêrê giştî yê NY`ê Antonio Guterres bikin.

Şênî li pêşiya navenda NY`ê li bajarê Qamişlo rawsetiyan û pankartên redkirina dewleta Tirk a dagirker hilgirtin, li wir bi navê Kongreya Star endama rêveberiyê Selwa Ehmed axivî û diyar kir ku ew wek xwepêşandêrên Serêkaniyê û Girê Spî dev ji maf û daxwaza xwe bernadin heta ku pêk tên. Selwa ji NY`ê û rêxistinên mirovî re wiha got: "Kanî xwediyên mafên mirovan?, ma tiştê li herêmên me çêdibe, nabînin?."

Endamê rêveberiya Meclisa Serêkaniyê Ferec Qido jî axivî û destnîşan kir ku ji destpêka xwepêşandanê di 28`ê Cotmehê ve, bang li NY`ê dikin, lê heta tu bersiv ji bo daxwaz û nameyên wan re nehatin. Qido got: "Em ê îro nameyeke din ji birêz Antonio Guterres re bişînin, em hêvî dikin ku destê xwe deynîn ser wijdana xwe û layîqî navên wan bin."

Ferec destnîşan kir ku ew ê xwepêşandana xwe ji bajarê Qamişlo bibin kampa koçberên Serêkaniyê li kantona Hesekê û li wir xwepêşandana xwe dewam bikin heta ku daxwaza wan pêk werin.

Paşê endamê rêveberiya meclisa Serêkaniyê Mistefa Ehmed nameya koçberên Serêkaniyê û Girê Spî ya ji sekretêrê NY`ê Antonio Guterres re hate şandin, xwend.

Name wiha ye:

Birêz sekretêrê giştî yê NY`ê Antonio Guterres: Em xwepêşandêrên şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî ne, li konê xwepêşandanê di roja xwe ya 10`an de li pêşiya navenda wê ya li bajarê Qamişlo ne, em li benda bersiva we ya lezgîn in, da ku piştgiriya me bikin, lê me heta niha tu bersiv ji we negirt.

Birêz Sekreterê Giştî, em niha bi tevahî pêkhateyên xwe ji jin, zarok û kalepîran li çolan dimînin û banga we dikin ku bi lezgînî destwerdanê bikin û nehêlibin karaseta mirovî bi mafên sivîlên ku bi sedema êrişên dewleta Tirk û komên terorî yên girêdayî wê koçber bûne, pêk bê. Ev êriş tu cudatiyê naxe navbera biçûk û mezin. Îro dê çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya Komseriya NY’yê ya Koçberan a li bajarê Qamişlo bi dawî bikin û dê li bin konê çalakiyê yên koçberên Serêkaniyê(Waşûkanî) û konê koçberên Girê Spî yê li bajarê Reqayê berdewam bikin. Ev konên navborî Rêveberiya Xweser  bi derfetên kêm ava kirin. Lê Komseriya NY’yê heta niha tu destek der barê alîkariya vê pêvajoya dijwar de nekirine. Hejmara koçberan ji 480 heta 500 malbat ji Serêkaniyê û Girê Spî derbas kiriye. Anku nêzî 300 hezar koçber in. Her wiha me di nameya berê de alîkariya we ya vegera ewle ya gund û bajarên xwe di bin saya NY’yê de xwest. Lê belê ta niha name nehatiye bersivandanin. Ji lew re careke din dûbare dikin ku baweriya me bi dewleta Tirk û komên terorîst ên alîgirê wê tune ye. Her wiha jî dibînin ku dewleta Tirk bertîlan dide Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî da ku rastiyan teşhîr bike û bikaranîna çekên qedexekirî ya li dijî Serêkaniyê bitewîne. Ji ber ku dewleta Tirk bi wê re jî dixweza demografiya herêmê weke çawa li Efrînê pêk aniye, biguhere. Ji ber armanca dewleta Tirk ji destpêkê ve, dagirkirin û bicihkirina komên terorsît ên girêdayî wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê bû û ne ku weke angaşt dike ku herêmeke ewle ava bike. Tevî ku herêmên me beriya êrişên wê yên hovane ewle bûn.

Birêz Sekreterê Giştî, banga me avakirina komîteyeke navneteweyî ye da ku bi ewle vegerin gund û bajarên xwe ku ew komîte jî bibe çavê şahîdeyê li ser wêrankirina ku êrişên dewleta Tirk di bombebarana bêserûber de li dijî cihên giştî, taybet, nexweşxane, dibistan, mizgeft, dêr û heta nexweşxaneyên meydanî ya Xaça Sor a Navdewletî û Heyva Sor a Kurd jî, pêk aniye.

Ji wê zêdetir jî dizîn û wêrankirina tevahî mal û milkên şêniyên li herêmê jî ji hêla dewleta Tirk û komên wê ve jî hatin desteserkirin û nahêlin şênî vegerin malên xwe. Ji ber ku desteser kirine. Ji lew re bang li we wek hûn nûnertiya qanûn û exlaqê pêk tîn dikin ku binpêkirinên dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê der barê mafên me de li gor nirxên exlaqî û mirovî rawestînin û bibin dengê mafdariyê da ku zilm û êrişa barbarî li ser me rabe.

Rêzdarî û spasiya xwe ji we re tînin ziman, hevserokatiya ku ji hêla gel ji bo Meclisa Sivîl a Herêma Serêkaniya hatiye hilbijartin."

Piştî name hat xwendin, şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî çalakiya xwe ya ji pêş Komseriya NY’yê ya Koçberan veguhast kampa Waşûkanî ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya koçberan re hatiye vekirin.

ANHA