Bi hezaran şêniyên Reqayê ji bo rawestandina êrişan meşiyan

Bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava û ji bo şermezarkirina êrişên dewlet Tirk a domdar li ser herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê û dûrxistina gelên herêmê ji komîteya destûrî bi hezaran şêniyên bajarê Reqayê û bajarokê El-Keramê Reqayê meşek girseyî li dar xistin.

Bi hezaran şêniyên Reqayê ji bo rawestandina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Reqayê ji bo rawestandina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Reqayê ji bo rawestandina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Reqayê ji bo rawestandina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Reqayê ji bo rawestandina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Reqayê ji bo rawestandina êrişan meşiyan
Bi hezaran şêniyên Reqayê ji bo rawestandina êrişan meşiyan
2 mijdar, 2019   15:57
REQA

Meş ji çarxerêya Agirvemirandinê(Itfaiye) a li navenda bajêr destpê kir. Gelek şêx û rûspiyên êlên Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn.

Di meşê de pankartên ku êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û piştgiriya Berxwedana Rûmetê rave dikin hildan û dirûşmeyên piştgiriya bi QSD‘ê re berz dikin.

Şênî di nav kolanên bajarê Reqayê de meşiyan û li ber qada Panorama li rojavayê bajêr kom bûn. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre axaftin bi navên Meclisa Sivîl a Reqayê serokê Buroya Birêxistinkirina Meclisan Munîr El-Xelef û Rêveberiya Jin a Reqayê Şems Ebdulqadêr hatin kirin.

Axaftvanan diyar kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe li rex QSD`ê ne û nahêlin Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê careke din herêmê dagir bikin.

Axaftvanan gotin, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahiya komployên li dijî gelên herêmê û yên ku têkbirina projeya herêmê ya neteweya demokratîk armanc dikin red dikin. Axaftvanan bang li NY`î kirin ku ji bo rawestandina dagirkeriya osmanî li herêmê bavêje.

Di dawiyê de axaftvanan teqez kirin ku pêwîste nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li her prosesek siyasî bibin ji ber ku ew beşek nayê parçekirin ji Sûriyê ne û komîteya destûrî ya ku bê Rêveberiya Xweser ava bûye red kirin.

Girêdayî heman mijarê bi sedan şêniyên bajarokê  El-Keramê yê dikeve rojhilatê gundewarê Dêrazorê û gundên derdorê meşiyan. Şênî ji ber qada Selame ya bakurê bajarokê ber bi avahiya Rêveberiya Tirafîkê li başûrê bajarokê ve meşiyan.

Şêniyan alên Hêzên Sûriye Demokratîk û pankartên ku êrişên dagirkeriyê şermezar dikin hildan. Her wiha sloganên dilsoziya bi şehîdên Berxwedana Rûmetê û silavkirina lehengiya Hêzên Sûriye Demokratîk berz kirin.

Meş li ber avahiya Rêveberiya Tirafîkê rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê şêx êla El-Berîc Emîr El-Xebûr, endama rêveber a Rêveberiya Jin a El-Kerame Sewsen El-Xelef, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed axivîn. Axaftvanan berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirina tevahiya qanûnên navdewletî û mafên mirovan  û agirbestê şermezar kirin.

Her wiha banga muhesebekirina Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ji ber sûcên li herêmê kirine bi taybet bikaranîna çekên qedexekirî, avakirina dagehek navdewletî girêdayî vê mijarê û dabînkirina şêniyên ku di encama talankirina DAIŞ û Cebhet El-Nusra milkûmalên wan de zirar dîtine kirin. Axaftvanan banga dabînkirina vegera şêniyan ji warên xwe re kirin.

(şx)

ANHA