Li Girê Spî di navbera eşîra Sexanî û çeteyên Tirkiyê de şer derket

Li bajarê Girê di navera çeteyên El-Cebha El-Şamiya ya girêdayî dagirkeriya Tirk û eşîra Sexanî de şer derket.

Li Girê Spî di navbera eşîra Sexanî û çeteyên Tirkiyê de şer derket
2 mijdar, 2019   15:52
GIRÊ SPÎ

Çavkaniyekî ji bajarê Girê Spî diyar kir ku di navbera çeteyên El-Cebha El-Şamiya ya girêdayî dagirkeriya Tirk û eşîra El-Sexanî de şer derket. Der barê encamên şer agahî bi dest neketin.

Şer piştî teqîna ku îro li bajarê pêk hatibû, derket.

Li bajarê Girê Spî, bajarokê Silûkê û Hemam Tirkmen piştî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirine rewşa ewlehî alozî bûye .

ANHA