Dîrokzan û nivîskarên cîhanê: Em piştgiriya Rojava dikin

Rojnameya Guardian nameya piştgiriya dîrokzan, nivîskarên cîhanê û berpirsên tevgerên civakî ji şoreşa Rojava re belav kir.

Dîrokzan û nivîskarên cîhanê: Em piştgiriya Rojava dikin
2 mijdar, 2019   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmarek ji berpirsên tevgerên civakî, nivîskar, şanoger, nûner û dîrokzanên hemû cîhanê, namyek da û rojnameya Guandian kir ku tê de piştgiriya xwe ji şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan da, belav kir.

Di nameyê de, bal li ser ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di xeteriyê de hatiye kişandin û mitirsiyên der barê çarenûsa gelê Kurd ên li Sûriyê hene. Her wiha jî bal kişand ser rewşa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şerê li dijî DAIŞ’ê.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku niha  êşa aloziya şanristaniyê dikişînin. Ji lewre divê beriya ku dem derbas dibe, berdêlên nû yên rizgarkirina şoreşa Rojava bibînin.

Li aliyekî din jî di nameyê îşaret bi Erdogan û artêşa wî hat kirin ku di êrişên xwe yên hovane yên li dijî Rojava de tevî ragihadina agribestê, rêbazên sedsala 21’emîn ji kuştina bi hovîtî û komkujiyan pêk tîne.

Nameyê di berdewamiyê de wiha par ve kir, hêzên asîmanî yên Tirkiyê sivîlên bêguneh bomberbaran dike û bi napalm û fosfora spî êrişan pêk tine. Di heman demê de çeteyên ku desteka xwe ji Enqerayê werdigire, gelê kurd  ku li dijî DAIŞ`ê şer kiriye, qetil dike.

Nameyê bang li DYA`yê, Brîtanya, Fransa, Rûsya û hêzên navdewltî kir ku êdî ji paşguhkirina binpêkirinên dewleta Tirk ên ji derveyî qanûnên navdewletî û hevpeymana Cinêvê ku bi rêya wê qirkirina etnîkî, helandin û dagirkirina Rojava pêk tînin re, bes e.

Ji 2012`an ve nêzî 5 milyon mirov ji Kurd, Erebe, Aşûr, Tirkmen û Êzîdî Rêveberiya Xweser a pirrengî ya demokratîk ava kirin. Bi wê re jî diyar dibe ku çawa civakeke piretnîk dikare bi hev re dûrî bend, qeyd û kampîtalîzmê bijî û rêzdar be.

Di dawiyê de nameyê diyar kir ku ew wekî berpirsên tevgerên civakî yên cîhanê, piştgirtiya şoreşa Rojava dikin, bejna xwe beramberî israr û parastina wan ditewînin. Her wiha jî bang li kesên desthilat dikin li mirovbûnê vegerin û vê êrişî yekser rawestînin.

Kesên name mohr kiriye ev in:

LaDonna Brave Bull Allard Standing Rock, Turtle Island (USA)

Salim Dara Rural Solidarity, Benin

Eve Ensler One Billion Rising, USA

Sabine Lichtenfels Tamera Peace Research Center, Portugal

Tiokasin Ghosthorse First Voices Indigenous Radio, Turtle Island (USA)

Alnoor Ladha The Rules, Canada

Gildardo Tuberquia Peace Community of San José de Apartadó, Colombia

Yael Ronen Maxim Gorki Theater, Germany

Sami Awad Holy Land Trust, Palestine

Gigi Coyle Beyond Boundaries, USA

Joshua Konkankoh Better World, Cameroon

Stuart Basden Extinction Rebellion, UK

Aida Shibli Global Campus, Palestine

Claudio Miranda Favela da Paz, Brazil

Rajendra Singh Tarun Bharat Sangh, India

(eh)