QSD: Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Aşûrî berpirsên ewlehiyê ya Çema Xabûrê ne

Fermandariya Giştî ya QSD’ê got, li gor daxwaza Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanê yên di nava QSD’ê de, dê Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Aşûrî berpirsiyatiya ewlehî û leşkerî ya Çema Xabûrê pêk bînin.

QSD: Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Aşûrî berpirsên ewlehiyê ya Çema Xabûrê ne
2 mijdar, 2019   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya QSD’ê der barê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê yên li dijî herêma Çema Xabûr a ku gundên Aşûrî û Suryanî lê hene pêk tên, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê wiha ye:

"QSD’ê di bersivdana êrişên artêşa dewleta Tirk û komên wê yên cîhadî yên li dijî herêma rojhilat-rojavayê Serêkaniyê bi taybet li herêma Xabûr ên li gundên Suryan û Aşûriyan ên li derdora bajarokê Til Temirê pêk tên de, berdewam e."

Der barê pêvajoyên vê merheleyê de, ji bo parastina herêma Xabûr a bi taybetmendiya Suryan û Aşûrî ye û her wiha jî li gor daxwaza Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan ên di nava QSD’ê de, dê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Aşûrî li wir belav bin û dê erkên ewlehî û leşkerî ya herêma Xabûr berpirsiyatiya wan be. Li gor wê dê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî li hemû xetên pêş bên belavkirin."

(fr)

ANHA