Kuştina El-Bexdadî û El-Muhacir, têkiliya Erdogan bi DAIŞ`ê  re zêdetir disepîne

Roj bi roj mînakên têkiliyên di navbera Tirkiyê û DAIŞ`ê de zêde dibin. Piştî kuştina El-Bexdadî û Ebû Hesen El-Muhacir li xaka Sûriyê ya di bin kontrola dewleta Tirk û istixbarata wê de, istixbarata Amerîka hewl dide bêhitir têkiliya di navbera Tirkiyê û DAIŞ`ê nas bike.

Kuştina El-Bexdadî û El-Muhacir, têkiliya Erdogan bi DAIŞ`ê  re zêdetir disepîne
1 mijdar, 2019   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Bloomberg a Amerîkayê raporek belav kir ku tê de behsa zêdebûna mînakên têkiliya di navbera çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk de dike.

Ajansê li ser zimanê analîzvanên istixbarata Amerîkayê destnîşan kir ku niha Washington dest bi lêkolînên belgeyên elektronîk û kaxezî ku di hefteya çûyî de ji cihê Ebû Bekir El-Bexdadî wergirtine, kiriye.  Di vê çaroveyên de istixbaratên Amerîkayê pirseke cewherî kir û wiha ye: çawa serçeteyê çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Sûriyê ya ku di bin serweriya artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, cihek ji xwe re dabîn kir?

Her wiha ajansê li ser zimanê 3 berpirsên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ragihand ku dixwazin hîn bizanin ku El-Bexdadî çawa xwe li herêmeke pir nêzî sînorê Tirkiyê veşartibû. Her wiha destnîşan kir ku erka sereke ya istixbarata Amerîka, diyarkirina têkiliya di navbera aliyên istixbarata Tirkiyê û DAIŞ`ê de ye.

Nîşaneyên der barê têkiliya Tirkiyê ya bi rêxistina terorist, bi taybet bi El-Bexdadî û El-Muhacir re ku li herêmên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de hatin kuştin, zêde dibin.

Ajansê da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, istixbarata Tirkiyê rê da leşkerên biyanî yên ji Ewropa û Afrîqayê ku bi rêya Tirkiyê derbasî Sûriyê bibin û desteka gelek cîhadîstên li dijî hikumeta Beşar El-Esed, kir.

Ajansê destnîşan kir ku li gor Wezareta Xezîneya Amerîkayê, di demên dawî de berpirsê darayî yê çeteyên DAIŞ`ê di Tirkiyê re derbasî Iraqê bû.

(jo)