Banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê: Temenê kuştina me nedin

Bi helwestên gel ên redkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Meclisa kantona Kobanê bi dirûşma"Na ji kelûpelên dewleta Tirk re" biroşûr li şêniyan belav kir û ji wan xwest ku kelûpelên Tirkiyê, boykot bikin.

Banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê: Temenê kuştina me nedin
Banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê: Temenê kuştina me nedin
Banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê: Temenê kuştina me nedin
Banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê: Temenê kuştina me nedin
Banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê: Temenê kuştina me nedin
30 cotmeh, 2019   12:38
KOBANÊ

Îro Meclisa kantona Kobanê bang li şêniyan kir ku kelûpelên Tirkiyê boykot bikin. Ev yek di çarçoveya helwestên gelêrî yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêk hat.

Endamên meclisê û rêveberên wê li kolana Tilel a naverasta bajarê Kobanê kom bûn. Di kombûnê de hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Îto daxuyaniyek devokî da. Di daxuyaniyê de wiha Îto got:"Erka her kesî ye ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê bisekine. Ji ber ku di encama êrişên dagirkeran de karasetên ji kuştin, rûxandin, talankirin û koçberkirina şêniyên herêmê yên resen pêk hatin."

Îto îşaret pê kir ku pêwîst e şênî kelûpelên dewleta Tirk qedexe bikin da ku bandorê li ser aboriya dewleta Tirk a ku piştevaniya êirşên Tirkiyê yên li ser herêmê dike, bike.

Piştî daxuyanî bi dawî bû, endamên meclisê buroşûr li xwediyên dukanên bazirganiyê yên di kolana Till a ku zindîtirîn kolana bazirganiyê li Kobaniyê de, belav kirin.

Di brûşûran de nivîsên "Temenê kuştina me nedin, kelûpelên Tirkiyê boykot bikin, Na ji kelûpelên Tirkiyê û bi hev re ji bo boykotkirina kelûpelên Tirkiyê" hebûn.

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê duh daxuyaniyek da û tê de ragihand tev li hemleya gelêrî ya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê bûne. Her wiha jî bang li şêniyên herêmê kir ku tev li hemleyê bibin û kelûpelên Tirkiyê boykot bikin.

Xwendekaran got, sûdwariyên ku dewleta Tirk ji bazirganiya li herêmê digire, dibin gule û davêjin sîngê zarokên herêmê.

(bx)

ANHA