`Em ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin`

Şêniyên bajarê Serêkaniyê ên neçar man koçber bibin û li pêşiya navenda komseriya kar û barê koçberan a girêdayê NY`ê xwepêşandanê li dar xistine, destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe dewam bike heta ku dagirkeriya Tirk ji xaka wan derkeve, her wiha desteka xwe ji QSD`ê re dûbare kirin.

`Em ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin`
`Em ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin`
`Em ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin`
`Em ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin`
`Em ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin`
`Em ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin`
`Em ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin`
`Em ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku dagirkeriya Tirk ji xaka xwe derxin`
30 cotmeh, 2019   12:44
QAMIŞLO

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di berxwedana xwe de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de didomin, di roja 3`emîn şêniyên bajarê Serêkaniyê yên neçar man ji bajarê xwe derkevin ji ber êrişên dagirkeriya Tirk a dagirker di xwepêşandana xwe li konê çalakiyê ku li pêşiya komseriya koçberan li bajarê Qamişlo hatiye vedan, didomînin.

Îro sedan şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Til Birak û mamosteyên navçeyê berê xwe dan konê xwepêşandanê. Şêniyan pankartên li ser nivîsa "QSD vîna me ye","Hevpeymanên ne li gora vîna gelan be em qebûl nakin","Serêkaniyê welatê me, em dev jê bernadin" daliqandine.

`Em ê tekoşîna xwe dewam bikin heta ku dagirkeriya Tirk ji welatê xwe derxin’

Xwepêşandêran êlekên spî li ser bi zimanê Ereb, Kurdî, Sûryanî nivîsa "Serêkaniyê dîrok e","Na ji dagirkeriya Tirkiyê re","Na ji qirkirinê re" li xwe kirin.

Di bin kon de hevserokê meclisa navçeya Serêkaniyê Ferec Qito û hevserokê meclisa navçeya Til Birakê Elî Ebdilletîf axivîn û nerazîbûna xwe ji dagirkeriya Tirk û dewama tekoşînê heta derxistina dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kirin.

Qito û Ebdulletîf bang li gelê herêmê kirin ku li pêşiya komployên ku îradeya gelê herêmê dike hedef refên xwe bikin yek û hişyarî da şerê taybet û ragihandinê ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra pêk tînin.

Ferec Qito û Elî Ebdilletîf anîn ziman ku QSD`ê di berxwedana li Serêkaniyê de heybeta artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şikandin, her wiha şervan bûn mertal li pêşiya balafirên Erdogan. Axaftvanan diyar kirin ku QSD`ê gavek paşve neavêt û bi erka xwe di parastina gel û welatê xwe de rabû.

(jo)

ANHA