Rêveberiya Xweser bi rashatina 1’ê Mijdarê ya Roja Kobanê, kesên piştgirî dane, spas kirin

Rêveberiya Xweser bi rashatina1’ê Mijdarê ya Roja Kobanê tevahî dewletên ku piştgiriya berxwedana Kobanê ya di têkbirina terorê pêk anîne de, spas kirin û piştrast kir ku dûrxistina nûnerên pêkhateyan ji komîteya formekirina destûra Sûriyê qebûl nakin û tiştên di wê destûrê de derkevin, pêk naynin.

Rêveberiya Xweser bi rashatina 1’ê Mijdarê ya Roja Kobanê, kesên piştgirî dane, spas kirin
30 cotmeh, 2019   12:30
EYN ÎSA

Bi rashatina1’ê Mijdarê ya Roja Kobanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekî nivîskî weşand.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

"Rêveberiya Xweser di destpêka daxuyaniya xwe de tevahî gelên cîhanê yên bi zêdetirî 30 dewletan ku piştegiriya Berxwdana Kobanê kirine, spas kirin. Her wiha bi wê re jî bû roja piştgiriya berxwedana bêhempa ya ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê têk birine û heta serkeftin derbasî tevahî herêmên Sûriyê yên di bin serweriya wan çeteyan de jî bû.

Erdoganê faşîst li pişt DAIŞ’ê bû û piştgirî dida. Berê wê ber bi Kurd, Ereb, Xiristiyan, Çerkez, Çeçen û Tirkmenan dida. Rola wî ya sereke di komkirina çeteyên DAIŞ’ê û El-Nudra ji tevahî cîhanê û derbaskirina ber bi Sûriyê û Iraqê de bi rêya sînor hebû.

Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran mirov û ji nav jî jin û zarok bi awayekî hovane  ji tevahî dewletên cîhanê  bi rêy şewatê û serêkirinê, kuştin û jin li sûkan wek kole difirotin.

 Dewleta Tirk hewl dide ji nû çeteyên DAIŞ’ê zindî bike û ev jî bi êrişên wê yên dawîn ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re"herêma tevî ewle li Sûriyê ku Kurdî, Ereb û Xiristiyan li ser bingeha demokratî û biratiya gelan dijîn" diyar dibe.

Bi avakirina vê komîteyê re vîna 5 milyon welatiyên Sûriyê û nûnerên Rêveberiya Xweser hat dûrxistin. Heke em beşdarî avakirina komîteya destûrê û kongreya Cinêvê nebû dê bibe pirsgirêkeke cidî û dê li gor wê komîteyê tev negerin.

Em bang li tevahî dewletên cîhanê yên ku bi navê demokrasiyê, wekheviyê û jiyana birûmet diaxivin dikin ku li dijî van komkujiyên ku li dijî gelê Sûriyê pêk tên bisekinin û nehêlin komkujî pêk werin.

Vîna gelê Sûriyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare tevahî planên dijminatiyê têk bibe. Her wiha jî diyar kir ku amade ye tevahî hêza xwe ji bo parastina destkeftiyên ku bi keda şehîdên xak hatiye parastin da ku jiyaneke hevbeş, azad û rûmet bijîn, pêk bîne.

(fr)

ANHA