Li Til Hemîsê agir bi firinekê ket

Îro di saetên sibê de ji ber çirûskeke agir ji jenetora kehrebeyê agir bi yek ji firinên bakurê Til Hemîs ket.

Li Til Hemîsê agir bi firinekê ket
27 cotmeh, 2019   09:32
QAMIŞLO

Di encama wê de du bermîlên sotemeniyê yên madeya mazotê şewitîn, her wiha jenetora kehrebeyî jî şewitî.

Hêzên Asayîşê û Hawarî berê xwe dan cihê bûyerê û agir vemirandin. Di encama wê de tenê zerarên madî çêbûn.

(bx)

ANHA