Pêkhateya Ereb:Armanca dewleta Tirk têkbirina biratiya gelan û jiyana hevbeş e

Pêkhateyên Ereb ên Şehbayê êrişên artêşa Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, her wiha bal kişandin ser sûcên şer ên dagirkeriyê der heqê jin û zarokan de pêk anîn û gotin: “Kiryarên artêşa Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, brdewamkirina binpêkirinên li Efrînê ye.”

Pêkhateya Ereb:Armanca dewleta Tirk têkbirina biratiya gelan û jiyana hevbeş e
27 cotmeh, 2019   09:11
ŞEHBA-HENAN MINHEMED

Li dijî êrişên artêşa Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmarek ji şêniyên kantona Şehbayê bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Armanca artêşa Tirk têkbirina biratiya gelan û jiyana hevbeş a herêmê ye.”

Welatiyê bi navê Beşar Xalid ji ber topbarana herêma Şehbayê ber bi kantona Efrînê ve çû, ji ber wê demê Efrîn bi ewle bû, lê belê li wir jî ji ber êrişa artêşa Tirk li ser Efrînê, dîsa vegeriya Şehbayê û niha li wir dijî.

Xalid wiha dewam kir: “Efrîn aram bû, em li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş dijiyan, lê belê dewleta Tirk a dagirker hewl da parçebûnê di navbera pêkhateyên herêmê, Ereb, Kurd û Suryaniyan de derbixe.”

Beşar Xalid got, artêşa Tirk îdîa dike ku li dijî terorê şer dike û wiha dewam kir: “Di rastiya xwe de Erdogan destekê dide terorîstên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi çekên qedexekirî bi hezaran zarok û sivîlan qetil dike.

Meysa Mislim ew jî berê ji Şehbayê ber bi Efrînê ve çûbû û wiha da zanîn: “Bajarê Efînê bi hezarên malbatên koçber ên ku ji ber kiryarên çeteyan reviyanbûn, hembêz kir, lê belê artêşa Tirk pêşberî çavên cîhanê herêm bi çekên giran û qedexekirî kir armanc û qetilkirin, talankirin, ferzkirina fidiyan li ser şêniyan û revandin bi xwe re anî.”

Her wiha welatiya bi navê Nehîda Mislim axivî û got, artêşa Tirk li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kiryarên dermirovî û sûcên şer pêk tîne, di nav de jinên ku bedena wan xirabkirine, ev dubarekirina komkujiya Efrînê ye.

Nehîda di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk li herêmê biratiya gelan dike armanc, lê belê em jî wekî pêkhateya Ereb, em ê bersiva van êrişan bidin û soza berxwedanê heta rizgarkirina xaka xwe ya dagirkirî didin.”

(eh)

ANHA