‘ Divê hesab ji sûcdarên bi cenazeyê şervana YPJ‘ê lîstin bê xwestin‘

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Şideta li ser Jinan kiryara komên çete yên girêdayî artêşa Tirkiyê ya lîstina bi cenazeyê şervana YPJ`ê Amara, şermezar kir.

‘ Divê hesab ji sûcdarên bi cenazeyê şervana YPJ‘ê lîstin bê xwestin‘
24 cotmeh, 2019   13:48
QAMIŞLO

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di 21`ê Cotmehê de bi cenazeya şervaneke YPJ`ê li gundê Çelebiyê list. Çeteyan beriya niha di dema dagirkirina Efrînê de bi cenazeya şehîd Barîn Kobanê jî lîst. Ji bo şermezarkirnia kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker Rêxistina  Sara ya Tekoşîna li dijî Şideta li ser Jinan daxuyaniyek nivîskî ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî li pêş avahiya rêxistinê ya li bajarê Qamişlo ji hêla rêvebera rêxistinê Muna Abdulselam ve hat xwendin.

Daxuyaniya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinan wiha ye:

"Êrişa dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirineke ji exlaq, rêgezên mirovî û zagonên navneteweyî re ye ku hemû mirovahiyê li ser hev kiriye. Bi vê dijminatiya hovane re, çeteyan li pêşiya çavên cîhanê hemû cureyên êrişan ji talankirina mal û milkên şêniyên bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha jî çalakiyên kuştina sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî,  pêk anîn.

Ev kiryarên sûcê bi awayekî zêde di êrişa Tirkiyê ya dawî de pêk hatin ku komeke çete ya dewleta Tirkiyê bi bedena şervana YPJ`ê Amara ku li gundê Çelebiyê yê nêzî Kobanê list. Duh Barîn bû, îro jî Hevrîn û Amara ne. Çeteyan di bin navên cuda mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê de hovîtî û êrîşên xwe  pêk anîn û niha jî bi navê Ceyş El-Wetenî pêk tînin. Bi van kiryarên xwe bêhêzbûn û mitirsiya wan li pêşiya îradeya jina azad diyar  dibe.

Em wek Rêxistina Sara ya Tekoşîna li Dijî Şideta li ser Jinan berxwedana leheng a YPJ`ê silav dikin. Di heman demê de sûcên qirêj ku komên teror pêk tînin, şermezar dikin û ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikin ku destwerdanê bikin, diminatiya Tirkiyê û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

(jo)

ANHA