CNN: Piraniya amerîkî ji ber guhertina siyaseta welatê wan di Sûriyê de bi fikar in

Li gorî ankêta bi navê "SSRS" ya ji aliyê tora CNN‘ê ve hatiye amadekirin, 3/4  Amerîkî ji ber rewşa li Sûriyê bi fikar in.  Gelek xelekên Amerîkî dibînin ji ber guhertinên dawî yên di siyaseta Amerîkayê dê DAIŞ‘ê dîsa vegere.

CNN: Piraniya amerîkî ji ber guhertina siyaseta welatê wan di Sûriyê de bi fikar in
24 cotmeh, 2019   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ankêtê, amerîkî der barê çawaniya pêşerojê de dabeş in.  Zêdeyî nêviyê gelê Amerîka ango ji sedî 51 difikirin ku divê DYA‘yê bi awayekî rast tev li Sûriyê bibe, her wiha ji sedî 43 ji wan bi vî awayî nafikirin.

Bi giştî, li gorî ankêtê 3/4 Amerîkî der barê rewşa li Sûriyê de bi fikar in, ji wan ji sedî 43 gelekî bi fikar in.

Her wiha ji sedî 50 ji xelkê Amerîkayê  ji ber vekişandina DYA`yê ji Sûriyê ne razî ne, lê ji sedî 42 ji Amerîka ji bo vekişandina Washingtonê ji Sûriyê erê dikin.

Piraniya wan dibêjin ku guhertina siyasî ya Amerîka li Sûriyê dibe ku bibe sedema vegera DAIŞ`ê û ji sedî 69 ji gelê Amerîkayê dibînin ku dibe ku careke din DAIŞ vegere û ji sedî 23 vê yekê texmîn nakin.

(jo)