Daxuyaniyên Rûsyayê durûtiya wê der barê dosyaya Sûriyê de diyar dike

Daxuyaniyên dawîn ên Rûsyayê yên der barê êrişa dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de durûtiya wê diyar dike.

Daxuyaniyên Rûsyayê durûtiya wê der barê dosyaya Sûriyê de diyar dike
24 cotmeh, 2019   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Durûtî Rûsyayê di daxuyaniyeke  wê de yên girêdayî yekitiya xaka Sûriyê û daxuyaniyek din ku rê li ber dagirkirina dewleta Tirk ji xaka welêt diyar dike.

Di vê çarçoveyê de ajansa TAS a Rûsyayê li ser zimanê berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov wiha ragihand: "Pêwîst e hêzên biyanî yên ne rewa li Sûriyê ne, derkevin."

Peskov ji rojnamegeran re wiha anî ziman: "Der heqê leşkerî Amerîkayê yên li Sûriyê, helwesta me eşkere ye...hebûna wan ne rewa ye." Peskov bal kişand ser: "Armanca dawî, vekişîna bi temamî ya her hêzên çekdar ên biyanî yên li ser xaka Sûriyê yên bi awayekî ne rewa hene anku bêyî erêkirina hikumeta Sûriyê hatine."

Peskov îşaret pê kir: "Ev helwest hem Moskov û hem jî Şamê pê hevpar e...ev armanc li dawiyê, ya guncawtirîn e."

Di daxuyaniyeke dîtir a bi ya destpêkê re bi nakok e, ajansa RIA Novosti ya Rûsyayê li ser zimanê Wezareta Derve ya Rûsyayê roja pênşemê daxuyand ku tu çarçoveyek demî ya diyarker a hebûna hêzên delweta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tune ye."

(fr)