Aldar Xelîl: Em ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê û itîrafkirina bi mafên gelê Kurd, dixebitin

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bang li yekparebûna ref û berdewama têkoşîna ji bo parastina xaka Sûriyê û garantiya mafên gelê Kurd li Sûriyê, kir û wiha got: "Me sînorê Sûriyê ji zêdetirîn kesên ku îdîa dikin, xwediyên Sûriyê ne, parastiye."

Aldar Xelîl: Em ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê û itîrafkirina bi mafên gelê Kurd, dixebitin
Aldar Xelîl: Em ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê û itîrafkirina bi mafên gelê Kurd, dixebitin
Aldar Xelîl: Em ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê û itîrafkirina bi mafên gelê Kurd, dixebitin
Aldar Xelîl: Em ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê û itîrafkirina bi mafên gelê Kurd, dixebitin
Aldar Xelîl: Em ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê û itîrafkirina bi mafên gelê Kurd, dixebitin
Aldar Xelîl: Em ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê û itîrafkirina bi mafên gelê Kurd, dixebitin
24 cotmeh, 2019   13:04
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên kantona Hesekê bi tevahî pêkhateyên wê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, prostesto kir.

Li qada prostestoyê ya Qada Şehîd Eser Suryanî, pankartên bi nivîsên"Na ji dewleta Tirk a dagirker a DAIŞ’î re", " Garantiya navdewletî dixwazin ku vegerin malên xwe", "Na ji siyaseta qirkirin, dizîn û talankirina bi mafên gelê me" û "Xaka û rûmeta xwe biparêze û dagirkerî û DAIŞ’ê, têk bibe", hatin daliqandin.

Şêniyan jî wêneyên qurbaniyên çeka kîmyawî û nivîsên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hilgirtin.

Di çalakiyê de, bi navê Meclisa navçeya Serêkaniyê, Meclisa Rûspiyên bajarê Hesekê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û Kongre Star û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, axivin.

Xelîl di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: "Ji malbatên şehîdan re dibêjin, qurbaniyên wan bê encam naçin. Lê belê li ser rêça şehîdan şopdar in. Ev berxwedan û vîna gelan dê bi ser bikeve. Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin."

Xelîl wiha dewam kir: “Bi berxwedanê, xewnên Erdogan ên ku bi armanca dagirkirin, qirkirina gel, darbeya li modela Rêveberiya Xweser û biratiya gelan têk çûn. Erdogan tevahî hêza xwe xist xeterî ye û li hember tevahî hêzên navdewletî sekinî, tenê xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike."

Xelîl wiha domand: "Me ji tevahî cîhanê re sepand ku ji bo yekitiya xaka Sûriyê parastina rûmeta Sûriyê şer dikin. Her wiha jî li dijî Osmaniya nû ya dagirker li ber xwe didin û nahêlin xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê dagirkirin."

Xelîl îşaret pê kir ku dewleta Tik hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bike û tev li xaka Tirkiyê bike û wiha da zanîn: "Erdogan dê der barê hewldana xwe ya dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de poşman bibe. Yekitiya gelan û felsefeya neteweya demokratîk mayînde ye û projeya demokratîk dê her bi pêş bikeve."

Aldar Xelîl ev tişt anî ziman: “Niha jî di pêvajoyeke dijîn, dibe ku di asta leşkerî de dijwar be. Lê belê li pêşberî me merheleyeke nû bi deriyên serkeftinê re heye da ku serkeftina dawî ragihînin. Em ji danûstandinên bi Şamê re amade ne. Em tevahî şêniyên vî welatî ne. Heke di hin aliyên der barê formekirina rêvebertiya Sûriyê yan hin madeyên di destûrê de yan jî îtîraf bi mafên gel û pirrengiyê li Sûriyê nayên kirin, bi nakok in, lê belê tenê di tiştekî de li hev dikin. Divê tevahî Sûriyê biparêze. Em sûrî ne û parastina yekitiya xaka wê dikin. Ew jî bi rêya qurbaniyan hat sepandin. Me ji xwediyên Sûriyê zêdetirîn, sînorê Sûriyê parast."

Di domana axaftinê de Xelîl wiha pêde çû: "Heke Şamê der barê parastina serweriya Sûriyê de durist e, ka bi hev re bicivin, biaxivin û li ser aliyên siyasî li hev bikin. Di heman demê de deriyê li pêş dewleta Tirk a dagirker a faşîst digirin."

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl wiha bi dawî kir: "Em tevahî şêniyên vê xakê ne. Divê tevahî parastina yekitiya xaka Sûriyê bikin. Her wiha jî ji bo itîrafkirina  bi mafên gelê Kurd bê kirin, dixebitin. Ji ber em gelê ku dîrok, çand û vîna me ya xurt heye."

Çalakî bi diruşmên şêniyan ên şermezarkirina dijminatiya dewleta Tirk û silavkirina berxwedana QSD’ê, bi dawî bû.

(fr)

ANHA