Rojnameyeke Erebistana Siûdiyê: Tirkiyê bi bikaranîna fosfora derqanûnî ya li Sûriyê, tewanbar e

Analîzvanê ewlekar ê payebilind ji rojnameya "El-Ereb News" ya Erbistana Siûdiyê re got, gelek delîlên bibelge der barê bikaranîna Tirkiyê ya çekên şewatê yên qedexekirî li dijî sivîlan di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hene.

Rojnameyeke Erebistana Siûdiyê: Tirkiyê bi bikaranîna fosfora derqanûnî ya li Sûriyê, tewanbar e
20 cotmeh, 2019   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê li zimanê çavkaniyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku balafirên Erdogan ên şer roketên napalm û fosfora spî li dijî sivîlên li bajarê Serêkaniyê yê li ser sînor bi kar anîne.

Rêveberiya Xweser got: " Tirkiyê çekên qedexekirî li dijî Serêkaniyê bi kar tîne." Li hember binkeftin planê, Erdogan çekên qedexekirî mîna fosfor û napalmê bi kar tîne.”

Nicholas Heras analîzvanê Navenda Ewlehî ya Amerîkaya Nû ji rojnameya Erebistana Siûdiyê re got: "Niha gelek raporên bibelge hene ku Tirkiyê roketên fosfora spî di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li dijî kaniya berxwedanê Serêkaniyê de, bi kar anîne."

Rojnameyê bal kişand ser ku niha der barê êrîşên li Serêkaniyê pêk hatine de ji hêla venêrînên çekên kîmyawî yên girêdayî NY’yê û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî(OPCW) û Human Rights Watch ve, lêpirsîn têne kirin.

OPCW got ku hê jî rastiya van îdîayan nehatiye diyarkirin û venêrîn rewşê dişopînin.

Nicholas Heras anî ziman: "Heke bikaranîna çekên şewatê yên qedexekirî hat sepandin, dê binpêkirineke xeternak a qanûnên navdelwtî ye."

Rojnameyê îşaret pê kir ku dîmena ku li ser tevna civakî hatiye belavkirin tê de zarokên ku êşên giran ji ber şewatên li bendena wan de dikşînin, xuya ye. Her wiha rojnameyê li ser  zimanê bijîşkên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne wiha got: "Ev şewat ne normal in û bi encama bikaranîna çekên pêşketî çêbûne."

Hamish de Breton Gordon jî yê brîtanî yê pisporê çekên kîmyawî ye ji rojnameya Tames a Brîtanyayê re da zanîn ku diyar e sedema şewatê bikaranîna fosfora spî ye.

Di wêneya ku di 17’ê Cotmeha 2019’an de hatiye kişandin, dûman û agirê bilind ji Serêkaniyê bi êrîşa Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, xuya dibe. Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tirkiyê bi bikaranîna çekên qedexekirî weke roketên napalm û fosfora spî, tewanbar kir.

(fr)