‘Em artêşa Tirk li ser bihosteke xaka xwe qebûl nakin’

Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêma Serêkaniyê û Girê Spî, li navçeya Til Hemîs û Til Berak daketin qadan û banga yekîtiya li dijî êrîşên hovane yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

‘Em artêşa Tirk li ser bihosteke xaka xwe qebûl nakin’
‘Em artêşa Tirk li ser bihosteke xaka xwe qebûl nakin’
‘Em artêşa Tirk li ser bihosteke xaka xwe qebûl nakin’
‘Em artêşa Tirk li ser bihosteke xaka xwe qebûl nakin’
‘Em artêşa Tirk li ser bihosteke xaka xwe qebûl nakin’
‘Em artêşa Tirk li ser bihosteke xaka xwe qebûl nakin’
20 cotmeh, 2019   13:03
QAMIŞLO

Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha komkujiya der heqê sivîlan de, bi sedan şêniyên navçeya Til Berak û navçeya Til Hemîsê 2 meşên cuda li dar xistin. Xwepêşandêran alên QSD`ê, Kongreya Star, alên YPG û YPJ`ê hilgirtin.

Xwêşandan ji têketina başûrê navçeya Til Berakê dest pê kir û ber bi kolên sereke ve çûn, xwepêşandêran sloganên"Girê Spî azad e, Erdogan derkeve, yek e yek e yek e gelê Sûriyê yek e, na ji Erdogan re"berz kirin.

Xwepêşandan li ber çerxerêya Şehîdan a navçeyê veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclisa Navçeya Til Berak Sara Behlewî axivî û bi navê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku rastî êrîşên hovane yên Erdogan û çeteyên wî tên, şermezar kir.

Til Hemîs

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kirin, ku li dijî van êrîşan derkevin, nehêlin artêşa Tirk a dagirker derbasî xaka Sûriyê bibe û rê li pêşiya koçberkirina gelê welat bigirin.

Meş ji ber Meclisa Navçeyê ya Til Hemîsê dest pê kir û ber bi kolanên navçeyê ve meşiyan.Xwepêşandêran sloganên şermezarkirina hovîtiya artêşa Tirk, komkujiya der heqê gelê sivîl de pêk tîne û bijî berxwedana şêniyên herêmê yên di nava QSD`ê de cihê xwe digirin berz kirin. Xwepêşandêr li ber çerxerêya Şehîdan rawestiyan.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Na ji Erdoganê terosît re, na ji artêşa Tirk û çeteyên wê re, na ji qirkirin û dagirkeriyê re, em hebûna artêşa Tirk li ser bihostek xaka xwe napejirînin."

Di mîtîgê de Hevserokê Şaredariya Gel a navçeyê Abdulrehman Hadî, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hemam Xerîb, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Abawî û ser navê eşîra Şerabîn Hebûş Zoman axivîn.

Axîveran êrîşên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkujiya der heqê sivîlan de, dorpêçkirina wan her wiha qedexekirina rizgarkirina şehîd û birîndaran şermezar kirin.

Her wiha li dijî êrîşan banga yekîtiyê kirin.

(eh)

ANHA