Şêniyên Minbicê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Mihbic û gundewarê wê îro piştî nîvro çalakiya konvedanê ji bo şermezarkirina komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Şêniyên Minbicê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin
Şêniyên Minbicê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin
Şêniyên Minbicê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin
Şêniyên Minbicê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin
Şêniyên Minbicê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin
Şêniyên Minbicê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin
Şêniyên Minbicê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin
Şêniyên Minbicê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin
Şêniyên Minbicê komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin
20 cotmeh, 2019   13:28
MIBINC

Endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê û şêniyên bajêr tev li çalakiyê bûn. Di konê çalakiyê de wêneyên şehîd û birîndarên êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî pankartên bi nivîsên Yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê dagirkeriya osmanî bişkîne û dê serkeftina Berxwedana Rûmetê misoger bike hatin daliqandin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin jê bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Minbicê Îmad Mûsa, bi navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê wê endamê rêveber Abdullah El-Mûsa, bi navê mamosteyên bajrê Minbicê mamoste Hiyam El-Mûsa .

Axaftvanan berxwedana şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk silav kirin û diyar kirin ku bi saya fedekariya wan herêm ji terora DAIŞ`ê rizgar bûn û di nav ewlehiyê de ne.

Axaftvanan êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kirin ku ew dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê, koçberkirina sivîlan ji mal û axa wan red dikin.

Piştî axaftinan hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê û gundewarê wê Fatme El-Hemîd helbestek girêdayî dewleta Tirk a dagirker û yekitiya axa Sûriyê û hevgirtina şêniyan tekez dike vegot.

Piştî wê sinevizyonek û belgefîlmen girêdayî komkujiyên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşendan.

Konê çalakiya konvedanê bi çalakiyên cihereng dê çend rojan bidome

(şx)

ANHA