Kongreya Civaka Îslamî li hember êrîşên dewleta Tirk bang li cîhana îslamî û erebî kir

Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka îslamî û erebî û mirovî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk bisekinin. Her wiha bal kişand ser ku mizgeft û dêr ji topbarana hovane ya dewleta Tirk nefilitîne.

Kongreya Civaka Îslamî li hember êrîşên dewleta Tirk bang li cîhana îslamî û erebî kir
18 cotmeh, 2019   13:51
QAMIŞLO

Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî girêdayî êrîşa dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da raya giştî ya îslamî û erebî.

Kongreyê di daxuyaniyê de got kesên ku dewleta Tirk wan qetil dike ji tevahiya pêkhateyên ku ji hezaran salan ve li ser erdnîgariya herêmê bi hev re dimînin. Bi hev re rêveberiyek ku mafên wan dabîn dike û ax, şeref û rûmeta wan diparêze, ava kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de kongreyê diyar kir ku ji 10 rojan ve artêşa Tirk a dagirker û alîgirên wê ji komên çekdar bi awayekî hovane bi hinceta şerê terorê li wan herêman û avakirina herêma ewle, êrîş dike. Kesên ku dewleta Tirk wan qetil dike ji tevahiya pêkhateyên ku ji hezaran salan ve li ser erdnîgariya herêmê bi hev re dimînin. Bi hev re rêveberiyeke ku mafên wan dabîn dike û ax, şeref û rûmeta wan diparêze, ava kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker bi awayekî rojane sivîlan, nexweşxaneyan û kadroyên tenduristiyê bi tevahiya cureyên çekan heta yên qedexekirî li ser bajarê Serêkaniyê, hinek alî û kesayetên îslamî mîna Meclisa Îslamî ya Sûriyê, Îxwan Muslimîn, rijandina xwîna sivîlan helal kirin. Heta ku Yekitiya Cîhanî ya Oldarên Misilman deng jê derneket. Tê zanîn ku piraniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misilman in û zêdetirî 5 hezar mizgeft tê de hene, lê dîsa jî tevî dêran ji êrîşan nefilitîn.

Kongreyê di daxuyaniyê de bang li civaka islamî, erebî û tevahiya mirovahiyê kir ku li hember êrîşa zaliman bisekinin. Kongreyê spasiya Komkara Erebî û tevahiya azadîxwaz û kesên xwedî şeref ji ber helwestên wan ên rêzdar kir.

(şx)

ANHA