Bîlançoya komkujiya li Mişrefa giran dibe

Di bin enqazên gundên Mişrafayê yê hatibû topbarankirin de, cenazeyên 4 şehîdên din hatin derxistin.

Bîlançoya komkujiya li Mişrefa giran dibe
18 cotmeh, 2019   14:02
HESEKÊ

Beşdarên kerwanê piştgiriyê li gundê Mişrafayê yê ku hatibû topbarankirin, xebatên lêgerîna cenazeyan di bin enqazan de didomînin.

Di vê çarçoveyê de cenazeyên 4 şehîdên din hatin derxistin. Heta niha cenazeyên 16 sivîlên şehîd ji bin enqazên gund hatine derxistin.

ANHA