Şêniyên Reqayê dê heta bidawîkirina dagirkeriyê protestoyên xwe bidomînin

Şêniyên Reqayê di roja 5’emîn de li bajarorkê Til Semin ê bakurê Reqayê çalakiya xwe didomînin û diyar kirin ku dê heta derketina çeteyan ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vegera şêniyên koçber, çalakiyên xwe bidomînin.

Şêniyên Reqayê dê heta bidawîkirina dagirkeriyê protestoyên xwe bidomînin
Şêniyên Reqayê dê heta bidawîkirina dagirkeriyê protestoyên xwe bidomînin
Şêniyên Reqayê dê heta bidawîkirina dagirkeriyê protestoyên xwe bidomînin
Şêniyên Reqayê dê heta bidawîkirina dagirkeriyê protestoyên xwe bidomînin
18 cotmeh, 2019   13:34
REQA

Şêniyên Reqayê di bin konê çalakiyê de li bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê çalakiyên şermezarkirina dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên li ser sivîlan didomînin.

Îro, şêniyên bajarokê Kerame, Dêrazor, Reqa û Tebqayê beşdarî çalakiyê bûn ku li rex QSD’ê ne ku Berxwedana Rûmetê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li dar dixin.

Bi navê Şaredariya Gel a Keramê, hevserok Xalid Xemerî, bi navê Meclisên Gundewarên Rojavayê Dêrazorê endamê rêveber Xalid Emê û bi navê Komîteya Jinan a Kerame endama rêveber Ruqiya Esker axivîn û diyar kirin ku bi yek helwestî li dijî dijminatiya dewleta Tirk in ku çekên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anîn û rojane komkujiyan pêk tîne.

Axêveran îşaret pê kir ku QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê 11 hezar şehîd dan û amade ye li dijî xewna Osmanî ya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parastina yekitiya xaka Sûriyê û aştiyê jî şehîdan bidin.

Li dawiyê axêveran bang li civka navdewletî kir ku ji ber komkujî û kuştina sivîlan berpirsiyar bin. Her wiha bibin garantor da ku şêniyên koçber vegerin gund û bajarên xwe ku bi sedema êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji koçber bûne.

(fr)

ANHA