Kanada jî firotina çekan ji Tirkiyê re taloq kir

Hikûmeta Keneda got ku piştî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, niha firotina çekan li ser dewlet Tirk rawestandine.

Kanada jî firotina çekan ji Tirkiyê re taloq kir
15 cotmeh, 2019   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Kanada jî wek pêngaveke hevbeş tevlî dewletên din ên hevpeymaniya NATO bû û firotina çekan li ser dewleta Tirk a dagirker, taloq kir.

 Ev pêngava dewletên hevpeymaniya NATO piştî êrîşên dewleta Tirk a degirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di encama topbaran û bombebarana balafiran de sivîl bûn qurbanî, hate standin.

(rr)