Rêxistinên mirovî yên li Hesekê dixebitin banga lezgîn a alîkariyê kirin

Rêxistinên mirov ên li kanotna Hesekê dixebitin, ji bo koçberên ku berê xwe dane bajêr banga lezgîn a alîkariyê kirin. Rêxistinan bang li civaka navnetweyî kirin ku bi demildest destwerdanê bikin û êrîşên dewleta Tirk rawestînin.

Rêxistinên mirovî yên li Hesekê dixebitin banga lezgîn a alîkariyê kirin
15 cotmeh, 2019   19:04
HESEKÊ

Buroya rêxistin, komele û saziyên civaka sivîl ên kantona Hesekê dixebitin, li ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin:" bûyerên ku li ser erdîngariya Bakurê Sûriyê rû dide ji êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û komên tundaw ji kesî re nayên veşartî. Dewleta Tirk û komên girêdayî wê hemû bajar û gundên ewle yên li ser xeta sînor kirin hedef. Hemû qanûnên navdewletî û pîvanên mafên mirovan binpê kirin, sûcên ku pêk tînin sûcên der dijî mirovî ne û dighêjin asta sûcên şer. Armanc ji van binpêkirinan guhertinan demokrafî ya muzayîka hemû pêkhteyên gelê Sûriyê ye.

 Ji bilî wan jî stasyonên kehrebe, av, nexweşxane kirin hedef  ku ji xizmetê derketin. Her wiha ekîpên rêxistinên mirovî jî hatin hedefgirtin.

Ji ber êrîşên dagerker pêlên mezin ên koçberiyê berê xwe dane bajar û herêmên başûr ên bi ewle. Hijmara koçberan 300 hezar derbas kiriye, piraniya wan  zarok, jin û kesên temen mezin in. Ev bû sedema karesateke mirovî ku ji derfetên herêmê û Rêveberiya Xweser mezintire, taybet piştî rêxistinên navnetewî derketin.

Bi navê hemû komele, rêxistin û saziyên civaka sivîl ên mirovî, em bang li civaka navnetewî dikin demildest destwerdanê bikin û bi awayekî lezgîn êrîşên dewleta Tirk û  komên tundrew rawestînin. Her wiha alîkariyên girîng û lezgîn ji koçberan re pêşkêş bikin.”

(rr)

ANHA