Bulgaristanê banga rawestandina êrîşan li Tirkiyê kir

Welatê Bulgaristanê îro Sêşemê daxwaz ji cîranê xwe Tirkiyê kir ku êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinîne û wiha got:``Egera rûbirûbûna xeteriya aloziyeke mirovî pir mezin heye.``

Bulgaristanê banga rawestandina êrîşan li Tirkiyê kir
15 cotmeh, 2019   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka wezîrên Bulgaristanê Boyko Borisov, piştî civîna Meclîsa Şêwermeniyê ya Bulgaristanê ya li ser ewlehiya rewşê li Sûriyê hatiye lidarxistin, ji rojnamevanan re axivî û wiha got:`` Em îsrar dikin ku operasyonên leşkerî bêne rawestandin.Doplomasiyet tekane rêya çareseriya vê şerî ye.``

Boyko Borisov wiha domand:`` Em li ser girîngiya rawestandina oparasyonên leşkerî tekez dikin û egera rûbirûbûna xeteriya aloziyeke mirovî pir mezin heye, heger aloziya mirovî rû bide, tê wê wateyê ku pêlên koçberiyê zêde bibe.``

Bulgaristanê yek ji endamên Yekîtiya Ewrupa ye û sînorê wê yê bejahî bi Tirkiyê re zêdeyî 300 Km hevbeş e.

(rr)