Balafirên artêşa Tirk Serêkaniyê bombebaran dikin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bi kordîneya keşfê navenda bajarê Serêkaniyê bomebaran dikin. 

Balafirên artêşa Tirk Serêkaniyê bombebaran dikin
15 cotmeh, 2019   14:37
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û kordîneya balafirên keşfê navenda bajarê Serêkaniyê bombebaran dikin.

Li taxa Hewarne û herêma Pêşezanî yên girêdayî Serêkaniyê di navbera şervanên QSD û leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî giran rû dide.

Şervanên QSD‘ê bersiva êrîşan dide û nahêlin ku hêzên dagirker bikevin nava bajêr.

ANHA