Celseya Konseya Ewlekariyê ji bo nîqaşkirina êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Çavkaniyên dîplomasî yên NY`î ragihandin ku Konseya Ewlekariyê ya navdewletî dê roja Çarşemê civînên girtî li dar bixe ji bo ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn bikin.

Celseya Konseya Ewlekariyê ji bo nîqaşkirina êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê
15 cotmeh, 2019   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji dazgehên çapemeniyê re îro gotin 5 dewletên ewropî endamên Konseya Ewlekariya Fransa, Brîtaniya, Almanya, Balcîka û Bolande banga li darxistina civînan kirine.

Ev celse dê ya duyemîn be ku Konseya Ewlekariyê ji destpêka êrîşên Tirkiyê li ser Bakur  û Rojhilatê Sûriyê li dar dixeye. Roja 10`ê Cotmehê celseya yekemîn bûn. lê beşdarên wê celseyê negihiştin daxuyaniyek hevber girêdayî mijarê.

Çavkaniyan wê demê gotin Amerîka û Rûsyayê mafê veto li dijî biryara ku êrîşên Tirkiyê tewanbar dikin bi kar anîn.

(şx)