Ciwanên Helebê seferberiya giştê ya tevlibûna Berxwedana Rûmetê ragihand

Tevgera Ciwanên Şorşeger a Sûriyê ya bajarê Helebê seferberiya giştî ragihand û got, ku ew amade ne berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku gel ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin.

Ciwanên Helebê seferberiya giştê ya tevlibûna Berxwedana Rûmetê ragihand
15 cotmeh, 2019   14:51
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya taxa Şêxmeqsûd  a bajarê Helebê daxuyaniyek da û tê de seferberiya giştî ragihand.

Daxuyanî li ber konê piştgiriyê yê li beşa rojavayê taxê ji hêla endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Fîdan Hemo ve hatiye venda, hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

 ‘‘Piştî bidawîbûna şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û girtina bi hezaran çeteyan di girtîgeh û kampan de, me zêdetirî carekê bang li dewletên cîhanê kir ku çeteyên DAIŞ`ê bibin welatên wan an jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê darizînin. Lê tu dewletek bersîv neda.

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivîl şehîd bûn, di navde Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef. Şênî ji roja yekemîn a êrîşan ve û heta van kêliyan li eniyên şer  li rex Hêzên Sûriye Demokratîk li berxwe didin.

Dewleta Tirk dixwaze kirinên xwe li  Efrînê ji kuştin, revandin û qirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bike. Lê gelê me qirkirinê qebûl nake û dê heta dawiyê li rex Hêzên Sûriye Demokratîk li berxwe bide û bighêje azadiyê.

Em ciwan seferberiya giştî radighînin. Em amade ne berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku gelê xwe ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser axa me biparêzin.

Em êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên ku der heqê sivîlan de pêk anîne şermezar kirin. Her wiha bang li ciwanan kirin ku tev li seferberiya giştî bibin ji bo ku gel biparêzin."

(şx)

ANHA