`Yên li benda şikandina me ne, em naşkin`

Axaftvanan çalakiya konê piştgiriyê gotin: “Hemû dewletên ku li bena şikandina me ne di serî de dewleta Tirk em naşkin û li benda teslîmkariya me ne em teslîm nabin. Em  ê li berxwe bidin, serîhildin û ji nû ve biserkevin.

`Yên li benda şikandina me ne, em naşkin`
`Yên li benda şikandina me ne, em naşkin`
`Yên li benda şikandina me ne, em naşkin`
`Yên li benda şikandina me ne, em naşkin`
`Yên li benda şikandina me ne, em naşkin`
`Yên li benda şikandina me ne, em naşkin`
15 cotmeh, 2019   13:38
HELEB

Çalakiya konê piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya pêncan de berdewam e. Konê çalakiyê li Qada 19 Şhîdan li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hatiya vedan.

Îro endamên Tevgera Civaka Demokratîk, Yekitiya Rewşenbîran, Meclisa Malbatên Şehîdan, rûspiyên taxê, kombûna olan û Tevgera Civaka Demokratîk serdana konê çalakiyê kirin.

Konê çalakiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û wêneyên komkujiyên artêşa Tirk a dagirker der heqê şêniyên Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate xemilandin. Pankartên bi nivîsên `Kona piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye`, `Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin`, `Em êrîşa dewleta Tirk a dagirker a terorîst li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin`, `Na ji dagirkeriyê re na ji êrîşan re hatin daliqandin`.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. paşê gelek axaftin ji hêla Tevgera  Civaka Demokratîk, Yekitiya Rewşenbîran, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kombûna Olan, rûspiyên taxê û Tevgera Civaka Demokratîk ve hatin kirin.

Axaftvanan êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û gotin ew êrîş şerê qirkirinê ye.

Axaftvanan tevahiya kirin û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û diyar kirin ku ola islamê ji wan dûr e. Ola islamê ola hezkirin û aştiyê ye û cudahî naxe di navbera mirovan de.

Axaftvanan teqez kirin ku şêniyên herêmê êrîşî tu kesekî nekirine û nedane koçberkirin. Xwîna zarok û jinan vala neçû û serkeftin dê nêz be.

Her wiha gotin dewleta Tirk dixwaze şêniyên herêmê teslîm bibin û hemû li bendê vê yekê ne. Lê teqez kirin ku şêniyên herêmê wê teslîm nebin û dev ji axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernedin.

Çalakî bi axaftinan berdewam e.

(şx)

ANHA