‛Hedefkirina Hevrîn, hedefkirina yekîtiyê ye‘

Şaxê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê Hesekê got:" Hedefkirina sekretera giştî ya partiyê Hevrîn Xelef, hedefkirina yekîtiyê ye.”

‛Hedefkirina Hevrîn, hedefkirina yekîtiyê ye‘
‛Hedefkirina Hevrîn, hedefkirina yekîtiyê ye‘
‛Hedefkirina Hevrîn, hedefkirina yekîtiyê ye‘
‛Hedefkirina Hevrîn, hedefkirina yekîtiyê ye‘
‛Hedefkirina Hevrîn, hedefkirina yekîtiyê ye‘
‛Hedefkirina Hevrîn, hedefkirina yekîtiyê ye‘
‛Hedefkirina Hevrîn, hedefkirina yekîtiyê ye‘
‛Hedefkirina Hevrîn, hedefkirina yekîtiyê ye‘
‛Hedefkirina Hevrîn, hedefkirina yekîtiyê ye‘
15 cotmeh, 2019   13:26
HESEKÊ

Sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Hevrîn Xelef di encama hedefgirtina çeteyên artêşa Tirk de hat şehîdkirin. Şaxê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê yê Hesekê konê sersaxiya Hevrîn veda.

Konê sersaxiyê li Navenda Partiyê ya Hesekê hat vegirtin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Tevahî partî, rûspiyên êlan û meclisên li kantona Hesekê beşdarî merasimê bûn. Di destpêka merasîmê de partiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla rêvberê Buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Cizîrê Salih Zewba ve hat xwendin.

Daxuyaniya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê wiha ye:

"Bi xemgînî ku agahiya şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi hedefgirtina erebeya wê li Qamişlo ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Rêya Giştî ya Diwelî ya di nabera Qamişlo û Minbicê de ku berê xwe ji karê xwe dida navenda partiyê ya li bajarê Reqayê, bihîst. Yekser ew û ajokarê xwe ve şehîd bûn.

Endazyar Hevrîn Xelef ji sekreteriya giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê re di kongreya damezrîner a ku di 27’ê Adara 2018’an de hatiye lidarxistin, hat hilbijartin. Damezrandina partiyê, destpêka merheleya nû ya dîroka Sûriyê bû. Merheleya ku barên berpirsiyarî yên çarenûsa dîrok ên mezin bûn ku piştî li Sûriyê pir nakokiyên herêmî û navdewletî rû dan.

Rêheval Hevrîn bareke dîrokî ya mezin hilda ser xwe ku dizane erkeke ne hêsan e. Lê berovajî dijwartirîn erka dîrokî ye di merheleyên şerên cîhanê de ku li Sûriyê bi cih bûye. Xwe ji bo vê erkê hilbijart ku dizane merhelyên dîrokî pêwîstiya xwe bi kesayetên fermandar heye.

Hedefgirtina sekretera giştî ya Partiyê Hevrîn Xelef, hedefgirtina yekitiya bi armanca parçekirin û pergendebûnê ye. Hedefgirtina hêviya azadî û demokrasiyê ye ku hêviya wê qut bikin. Hedefgirtina ronhaiyê da ku ji nû ve reşahî û tarî vegere. Her wiha jî hedefgirtina Hevrîn, hewldana Tirkiyê ya ji nû ve vejandina rêxistina terorî û di serî de DAIŞ e."

Di dawiyê de bang li civaka navdewletî, NY’yê, YE’yê û Camiyeya Erebî dikin ku li hember terora hova ya bi serkêşiya Tirk û komên çete bisekinin, şermezar bikin û lêpirsînê der barê sûcên şer de pêk bînin."

Piştî daxuyaniyê axaftin hatin kirin. Jê jî Sekreterê Giştî ya Partiya Muhafizên Demokratîk Ekrem Mehşoş axivî û wiha got: "Em der barê şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan de ku destê xiyaneta çeteyên Sûriyê bi piştevaniya Osmaniyan tê de heye de, xemgîn in. Rêheval Hevrîn, têkoşer û afrîner bû. Şehadeta wê bi îxanetî, ji me re moraleke bilinde û em tevahî projeyên şehadetê ne."

Mehşoş wiha lê zêde kir: "Tevahî dewletên cîhanê li ser qehremantiya hêzên me û berxwedana wan diaxivin û her wiha jî li ser ewle û aramiya herêmên me, demokratîk û hezkirina di navbera pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diaxivin.

Hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer Abdullah diyar kir ku şehadet, nirxeke moralê ya bilind e. kesê bi dest dixe xwedî şanseke mezin e. Ji ber ku xwîn û canê xwe di rêya rûmet û şerfeta welat de diherikînin."

Rêvebera Buroya Jinan a Navenda Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Sûada Xilo li ser jiyana têkoşer Hevrîn Xelef axivî û wiha got: "Kesayeta Hevrînê, kesayeteke rewşenbîr û afrîner bû. Destpêkê di mecala perwerde û fêrkirinê de dixebitî. Xewna Hevrînê, jiyana hevbeş di nava tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê de bû."

Girêdayî mijarê, Rêvebera Jinan a Tebqayê, îro konê sersaxiya şehîd Hevrîn Xelef vegirt. Bi dehan endamên komîte, saziyên sivîl û şêniyên herêma Tebqa berê xwe da konê sersaxiyê.

Kon bi wêneya şehdî û pankartên bi nivîsên: "Çi pêşketina cihê jinan tê de nîn be, bi ser nakeve. Gelê ku jinên wê ne azad be, azad nabe. Heta niha jî der barê jinan de axaftin bi dawî nebûne."

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre bi navê Rêveberiya Jinan a Tebqayê rêveber Zehra Hemade, bi navkê Meclisa Malbatên Şehîdan endam Foza Mihemed, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin endam Zêneb Ehmed, bi navê Mala Jinan a Boasî rêveber Meryem Osam, bi navê şêniyên Mesora endama Rêvebera Jinan a Mesora Zêneb Elî, axivîn.

Axêveran bêdengiya navdewletî, NY’yê û tevahî kesên bi navê parastina mafên mirovan bang dikin, şermezar kirin û barê tevahî rûdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên hilgirt ser wan. Her wiha jî divê terorên gelê me dikujin û ji xaka wê pergende dikin, bên darizandin.

(fr)

ANHA